Merasîma xiyabî ji bo şehîd Masîro û şehîd Sabrî hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Fermandariya HPG’ê Sabrî Tendûrek û Masîro Xabûr merasîma xiyabî li dar xist.

26 mijdar, 2025   14:40
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Sabrî Tendurek ku 18'ê Gulana 2016'an şehîd bûye û endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û endamê Konseya Fermandariya HPG'ê Masîro Xabûr ku 27'ê Gulana 2020'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, merasîmeke xiyabî li Qada Şehîd Egîd a Kobanê li dar xist.

Di merasîmê de bi sedan şênî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, malbatên şehîdan amade bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endama Meclisa Giştî ya PDY`ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zelal Dêrik sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku ew ê her tim şopdarên şehîdan bin. Zelalê da zanîn ku şehîdan her tim ji bo parastina welatê xwe berxwedaneke xurt meşand û wiha got: "Her du fermandarên me şehîd Masîro û şehîd Sabrî bi berxwedana xwe xewn û xeyalên dijmin têk birin.”

Zelalê diyar kir ku şehîd Masîro di şerê Kobanê de li hember çeteyen DAIŞ`ê de berxwedanake xurt da meşandin, bû efsane û dilê hemû hevalên xwe da cih girt. Zelalê diyar kir ku ew soz didin şehîdên xwe ku ew ê şopdarên wan xwe bin û xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin.

Hevserokê Desteya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mistefa Êto jî diyar kir ku şehîdan bi berxwedan û hêza xwe xewnên dijmin têk birin û got: "Sibe salvegera damezirandina PKK`ê ye. Ji ber ku yên ku hêz didin me PKK ye. Şehîdan bi xwîna xwe destan di dîrokê de nivîsanadin û hişt ku bi destanên wan cîhan li dijî desthilatdariyê çavên xwe veke û ji bo azadiyê tê bikoşe. Em jî soz didin ku em ê berxwedana xwe xurttir bikin û şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”

Piştî axaftinan merasîm bi dirûşmên "Bi can û bi xwîn, em bi te re ne ey şehîd","Şehîd namirin","Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(sş)

ANHA