Bi boneya 8’ê Adarê li Şedadê civîn û li Hesekê serdanên saziyan

Di çarçoveya pîrozbahiyên Roja Jinan a Cîhanê de Kongra Star li bajarê Şedadê civînek organîze kir, her wiha li bajarê Hesekê jî serdana saziyan kir.

5 adar, 2025   17:29
HESEKÊ

Çalakiyên di çarçoveya pîrzbahiyên Roja Jinan a Cîhanê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin de bi diruşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriya Demokratîk ve" didomin.

Di vê çarçoveyê de Kongra Star li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê civîneke taybet ji jinan re li dar xist. Di civînê de gelek jin, endamên Kongra Star, nûnerên ji saziyên sivîl beşdar bûn. Civîn li hola Meclisa Bajarê Şedadê hat organîzekirin.

Di civînê de rêvebera Kongra Star a Şedadê Emîra El Seed axivî û got armanc ji şoreşa jinan pêkanîna jiyaneke birûmet û azad e. Emîra wiha got: "Kapîtalîst xwe dispêre înkarkirina jinan û derxistina jinan ji cewhera azadî ya civakî ye."

Emîra wiha domand: "Ne pêkan e koletî li ser civakekê bê ferzkirin bêyî ku jin were kolekirin. Jina azad civaka azad e. Ji ber ku azadî dijberî koletî ye."

Li aliyekî din jî rêvebera Kongra Star Melek Mihemed jî got roja 8’ê Adarê roja azadiya jinan e û wiha domand: "Piranî jinan di oxira bidestxistina mafên xwe, xelasiya ji zulm û koletiyê û pêkanîna wekheviyê de fedekarî pêşkêş kirin."

Civîn bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

Li bajarê Hesekê jî, Kongra Star serdana saziyên sivîl û leşkerî yên li bajêr kir. Jinan serdana navendên fermandariya hêzên leşkerî, Mala Jinan, navenda Kongra Star, navenda Hêzên Xweparastinê û navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin kirin.

Di serdanan de jinên karker ên van saziyan der barê rol û kedên wan ên di civakê de hatin xelatkirin.

(fr)

ANHA