Bi 2 dronan êrişî Koye hat kirin

Rejîma Îranê carek din bi dronan êrişî Kampa Azadî ya li navçeya Koye kir. Têkildarî ziyanên êrişê agahî nayên zanîn.

Bi 2 dronan êrişî Koye hat kirin
12 cotmeh, 2026   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên ku nûçegihanê me dane, rejîma Îranê bi du dronan êrişî Kampa Azadî ya li navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kir.

Heta niha ziyanên êrişê nayên zanîn.

Kampa Azadî di berê de malbatên endamên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê lê diman.

Ji dema despêkirina şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê ve rejîma Îranê bi dehan car bi rêya dron û mûşekan êrişî derdora navçeya Koye kiriye.

ANHA