Li Kobanê û Qamişloyê şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn

Rojnamevanên şehîd Dilîşan, Hogir, Mihemed û Welat li Kobanê û Qamişloyê bi bîr anîn.

12 cotmeh, 2026   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Kobanê û Qamişloyê Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ), Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û malbatên şehîdan, şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn. 

QAMIŞLO

Yekitiya Ragihandina Azad merasîma bîranînê ya şehîd Dilîşan, Hogir, Mihemed û Welat organîze kir.

Şehîd Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed nûçegihanên ANHA`yê bûn û 12`ê Cotmehê 2017`an li ser rêya Hesekê û Dêrazorê di hemleya rizgarkirina Dêrazorê de şehîd bûn. Şehîd Welat (Davut Erdemcî) 10`ê Cotmehê 2019`an di encama bombebaranê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bû û şehîd Mihemed Reşo 14`ê Cotmehê 2019`an di êrişa dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê de şehîd bû.

Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan pêk hat, hevserokên YRA`yê, nûnerên YRJ’ê û xebatkarên ANHA`yê û gelek rojnamevan tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de rojnamevan Zinar Cafer axivî û got em ê her tim pênûsa şehîdan rakin, pê dengê heqîqetê bigihînin gel û armancên hevalên xwe yên şehîd pêk bînin.

Her wiha li ser navê ANHA`yê rojnamevan Ekrem Berekat axivî, di şoreşê de têkoşîna şehîdên çapemeniyê bi bîr anî û got şehîdên çapemeniyê di hemû şert û mercên şoreşê de berpirsyar nêz bûn û ji xebatên çapemeniyê canê xwe feda kir. Berekat di dawiya axaftina xwe de got îro êrîş li ser ziman û çanda gelê Kurd tê kirin, dixwazin dawî li hebûna neteweyî ya gelê Kurd bînin û diyar kir ew ê têkoşîna hevalên xwe yên rojnamevan ku şehîd bûn, dewam bikin.

Merasîm bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê rojnamevan û malbatên şehîdan şehîd Dilîşan Îbîş di salvegera 9`emîn a şehadeta wê de bi bî ranî.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama YRJ’ê Sîlva Îbrahîm axivî. Sîlvayê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku şehîdên rojnamevan barê heqîqetê hilgirt ser milê xwe.

Endamê Rêveber yê Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) yê bajarê Kobanê Mihemed Mistefa bal kişand ser berxwedana rojnamevanan û anî ziman ku şehîd Dilîşan jî heta dawiyê li pey şopa rastiyê bû û got: “Ji bo ragihandina bûyerên li Dêrezorê û Reqayê bê hempa bi kameraya xwe li ber xwe dida. Em ê tu carî wê kedê ji bîr nekin.”

Di çalakiya bîranînê de gul li ser gora şehîd Dilîşan hatin çandin. Piştî wê malbat û rojnamevanên amade berê xwe da gora şehîd Mustefa Mihemed û li wir ew jî li ser gora wî bi bîr anî.

(ekîb)

ANHA