‛Bêyî azadiya Rêber Apo em nikarin behsa pêvajoya aştiyê bikin’

Rewşenbîrên bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker a di helwesta xwe ya li hemberî banga Rêber Abdullah Ocalan de ne cidî ye û çareseriyê naxwaze û got: “Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em nikarin li ser pêşvajoya aştiyê biaxivin."

‛Bêyî azadiya Rêber Apo em nikarin behsa pêvajoya aştiyê bikin’
18 nîsan, 2025   02:35
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Di 27’ê Sibata borî de Rêber Abdullah Ocalan, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Lê li hemberî vê yekê, dewleta Tirk a dagirker tu gavên cidî ber ji bo serkeftina vê însiyatîfê neavêtine, berovajî êrişên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Ev yek bi xwe re gelek pirsan têkildarî cidiyeta desthilata Tirk di dan û standina vê bangê re derxe holê.

Girêdayî mijarê, endamê Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Dirbêsiyê Ekrem Derwêş got ku helwesta dewleta Tirk a dagirker hîn ne zelal e û wiha domand: ‘”Wek Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) diyar kiribû, bêyî misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah, tu pêşketin di pêvajoya aştiyê de pêk nayê. Ji ber ku Rêbertî aliyê ku dikare vê qonaxa bi xwe bi rê ve bibe, ye û em nikarin li ser pêvajoya aştiya rastîn biaxivin û ew jî hîna di girtîgehê de ye."

Derwêş diyar kir ku hin alî hene dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe û hinên din jî yên ku ji şer sûd werdigirin, naxwazin çareser bibe û wiha domand: “Binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan li Bakurê Kurdistanê didomin, hemleyên girtinê, çewisandina çandî û siyasî yên li Kurdan didomon. Ev jî dihêle zemîna aştiyê dûr be."

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a bajêr Siûd Meîş diyar kir ku ruxmî ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo xurtkirina îstîqrarê li Tirkiyeyê û herêmê firsetek e, lê ji bo ku ev banga aştiyê bi ser bikeve dewleta Tirk a dagirker tu gavên cidî neavêtine.

Meîş got: “Berdewamkirina êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û nebûna tu guhatinên hundirîn di siyaseta Tirk de, teqez dikin ku xwesteka pêkanîna aştiyê tune ye."

Meîş wiha domand: "Divê dewleta Tirk a dagirker dev ji siyasetên zordarî û xîtabên gefxwarinê berde û li gorî hevsengiya bi daxwazên qonaxê re rê li ber demokrasiyê veke, ger na wê Tirkiyeyê ber bi krîzên aborî û siyasî yên kûrtir ve bibe."

Rewşenbîran di axaftina xwe de destnîşan kir ku li pêşiya dewleta Tirk a dagirker tenê 2 bijarte hene; yan ew ê bi rêya diyaloga rasteqîn û misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di rêya aştiyê de bimeşe yan jî ew ê di rêya xwe ya çewisandinê de dewam bike ku ji bilî şer û parçebûnên zêde ji wê re nayne.

(mh/fr)

ANHA