Şervanên li Tişrînê: Em ê li hember êrişan berxwedanê bidomînin

Şervanên li eniya Bendava Tişrînê ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şer dikin, destnîşan kir ku ew ê li dijî êrişan têkoşîna xwe bidomînin û nehêlin çete derbasî xaka wan bibin.

Şervanên li Tişrînê: Em ê li hember êrişan berxwedanê bidomînin
18 nîsan, 2025   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li eniyên parastina Bendava Tişrîn, Pira Qereqozaq û derdora wê, ji ajansa me re axivîn. 

Şervanê Cemal Efrîn wiha got: "Ev demek e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Bendava Tişrînê, Pira Qerqozaqê û Dêr Hafirê dikin û rastî berxwedaneke qehremanî tên. Em ji wan re dibêjin û tekez dikin ku heta em dagirkeriyê têk bibin dê ev berxwedan bidome. Ji ber ku em ê nehêlin herêmên me werin dagirkirin, ji ber ku em xwedî û maf in û dest ji mafê xwe bernadin.”

Cemal Efrîn her wiha got: "Em berxwedana gelê xwe ya li Bendava Tişrînê ku piştgiriyê didin şervanên xwe yên li eniyên şer, silav dikin. Em dixwazin gelê me piştrast be ku morala me bilind e û em ê nehêlin dagirkerî derbasî herêmên me bibe."

Şervan Diyar Efrîn jî wiha got: "Tevî zehmetiyên ku em li eniyên şer dibînin û tevî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî, li bendava Tişrînê berxwedaneke lehengî ya şervanên YPG`ê û YPJ`ê heye.”

Diyar Efrîn her wiha got: "Em bang li hemû ciwanên Sûriyeyê dikin ku tev li şoreşê bibin û li gorî bîrdozî û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rola xwe di vê qonaxê de bilîzin.”

Şervan Serhed Girbawî jî teqez kir ku şervanên YPG`ê û YPJ`ê nêzî 4 meh e li eniyên şer bi piştevaniya şêniyên herêmê berxwedaneke qehremanî dikin.

Serhed Girbawî wiha domand: "Em rê nadin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bikevin nava axa me û em ê heta dawiyê biparêzin.”

(k)

ANHA