‘Betalkirina Roja Şehîdan hewldana qedexekirina nasnameya Sûriyeyê ye’

Roja Şehîdan a ku dikeve 6'ê Gulanê, rastî hewldanên kêmkirina sembola xwe ya neteweyî tê. Hişyarî hene ku armanca van hewldanan qedexekirina nasnameya Sûriyeyê ye.

‘Betalkirina Roja Şehîdan hewldana qedexekirina nasnameya Sûriyeyê ye’
‘Betalkirina Roja Şehîdan hewldana qedexekirina nasnameya Sûriyeyê ye’
‘Betalkirina Roja Şehîdan hewldana qedexekirina nasnameya Sûriyeyê ye’
‘Betalkirina Roja Şehîdan hewldana qedexekirina nasnameya Sûriyeyê ye’
‘Betalkirina Roja Şehîdan hewldana qedexekirina nasnameya Sûriyeyê ye’
‘Betalkirina Roja Şehîdan hewldana qedexekirina nasnameya Sûriyeyê ye’
6 gulan, 2026   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Mercî Dabiq ku di sala 1516'an de li nêzîkî Helebê di navbera Osmanî û Memlûkiyan de pêk hat, di dîroka herêmê de xaleke werçerxê bû. Xiyaneta waliyê Helebê Xeyir Beg destpêka dagirkeriya 402 salan li ser herêmê vekir. Di pêvajoya dagirkeriya Osmaniyan de ji Sûriye, Iraq, Lubnan, Filistîn, Hîcazê heta Misir û Bakurê Afrîkayê ji xizanî, tundî û nexwendin belav bûn.

Dema ku neteweperestên Tirk, di serî de Partiya Îtîhad û Tereqî di sala 1908'an de bû desthilatdar, li dijî hemû komên etnîk siyasetên tirkkirinê pêk anîn û li dijî her kesê ku li dijî wan bû komkujî kirin.

Li hemberî komkujî, tirkkirin, dagirkirin, ferzkirina bacan û leşkeriya neçar a ku ji aliyê fermandarê hêzên Osmanî Cemal Paşa El Sefah ve, serhildan bi pêşengiya rewşenbîr, siyasetmedar û oldaran rabû.

LI ŞÛNA RÊVEBERIYA XWESER DARVEKIRIN

Osmaniyan li şûna ku biryarên Kongreya Parîsê (1913) pêk bînin ku li gorî wê Ereb di çarçoveya dewleta Osmanî de xwedî rêveberiyeke xweser bin, Cemal Paşa Sefah biryara darvekirina rewşenbîr û siyasetmedarên welatparêz ên ji Şam û Lubnanê da.

Armanc ji vê biryarê ew e ku tirsê belav bikin û nehêlin serhildaneke mîna ya Hîcazê ya ji xistina rejîma Osmaniyan çêbe.

Di 6'ê Tebaxa 1915’an û 6'ê Gulana 1916'an de Cemal Paşa Sefah li Qada Burc a Beyrûtê (Qada Şehîdan) 14 rewşenbîr û li Qada Mercê ya Şamê 7 rewşenbîr bi dar ve kirin.

Rewşenbîrên li Beyrûtê hatin bidarvekirin ev in: Cercî Mûsa El Hedad, Seîd Fadil Eqil, Omer Mistefa Hemed, Ebdulxenî Mihemed El Erîsî, Arif Mihemed Seîd El Şihabî, Tewfîq Ehmed El Besat, Seyedîn El Xetîb, Elî Omer El Neşaşîbî, Mehmûd Celal El Buxarî, Petro Bawlî, Şêx Ehemd Tebara, Mihemed El Şentî, Emîn Lutîf El Hafiz, Selîm El Cezayîrî.

Rewşenbîrên li Şamê hatin bidarvekirin ev in: Şefîq Mueyed El Ezim, Şêx Ebdulhemîd El Zehrawî, Refîq Riziq Selûm, Şukrî El Eselî, Ebdulwehab El Ingilîzî, Omer El Cezayîrî (Nefiyê Ebdulqadir El Cezayîrî, Ruşdî Şemaa).

Di dema serdestiya Fransayê de serokê Sûriyeyê yê wê demê Subhî El Xalidî biryarek da ku 6'ê Gulanê wek Cejna Şehîdan were destnîşankirin. Biryar ji aliyê nûnerên bilind ên Fransayê hat pejirandin. Bi vê yekê ji sala 1925'an ve 6'ê Gulanê wek rojeke neteweyî li Sûriyeyê tê qebûlkirin.

SÛRIYEYA NÛ BÊYÎ ROJA ŞEHÎDAN E

Bi derxistina mersûma bi hejmara 188 a sala 2025ˊan re ji hêla serokatiya hikumeta demkî ya sûriyeyê re hejmarek boneyên neteweyî ji lîsteya betlaneyên fermî hatin derxistin, weke "Roja Şehîdan". Ev roj ji bo Sûriyeyî û Lubnaniyan boneyeke neteweyî ya bibîranîna têkoşerên serxwebûn anîne ye. Gelo çima hat derxistin?

Lêkolînera lubnanî û pispora kar û barên Tirkiyeyê Dr. Huda Riziq vê mijarê bi kûrahiya felsefîk û dîrokî ya nakok şîrove dike.

Hudayê got: "Hin kes van wekî lehengên ku bang li serxwebûnê kirin dibînin. Lê hinên din, ji nêrîna parêzerên Osmaniyan, wan wekî amûrên balyozxaneyên Brîtanya û Fransayê dinirxînin, di dema ku Osmanî li dijî hevalbendan şerekî hebûnî dikir."

Huda Riziq anî ziman ku helwesta dewleta Sûriyeyê ya niha ligel hikumeta demkî veguherîneke bingehîn a îdeolojiyê nîşan dide û axivî: "Xuya ye siyaseta îro ji sedî 100 hatiye guhertin. Ew ber bi metodeke herî îslamî ve diçe ku Osmaniyan dost dibîne. Ji lew re nêrîna wê ber bi nêrîna Osmaniyan ve meyl dibe û sîfeta şehadetê ji ser van rewşenbîran dadixe û wan wekî ji daîreyên rojavayiyan ve nêz bi nav dike."

JI NÛ VE SAZKIRINA NASNAMEYA SÛRIYEYÊ

Nivîskar û siyasetmedara sûriyeyî Meys Kirêdî diyar kir ku hedefgirtina sembolên neteweyî yên Sûriyeyê di serî de "Roja Şehîdan" a di 6ˊê Gulanê de, ne tenê hezkiriya siyasî yan jî razîkirina hêzên herêmî ye, lê nîşaneyeke xeternak a aîdiyeta giştî û bicihanîna projeya "Osmaniya Nû" ye.

Meysê got: "Em behsa hewldanekê dikin ji bo ji nû ve hilberandina (modela wîlayetê) ya girêdayî navenda biryardanê ya li Enqerê û veguherandina Sûriyeyê ji hebûneke dewletek serbixwe bi qaîdeyên xwe yên jeopolîtîk ên têkiliyê û dîroka xwe ya vejînê, bo pêvekek erdnîgarî ya Osmaniya Nû."

Meys Kirêdî wiha lê zêde kir: “AKP wek rahêner û bavê îdeolojîk ê komên ku li bakur bûn û niha desthilatdar in, bi rêya wan dixwaze nasnameya Sûriyeyê hilweşîne û civakê ji nû ve îdeolojîk bike. Hewl dide vê yekê bi ji nû ve şekildana erdnîgarî, bîr û dîrokê pêk bîne da ku bibin beşeke avhewaya Osmanî. Ev yek wek dubarebûna senaryoya îlheqkirina Îskenderonê ye."

Nakokiya li ser betalkirina "Roja Şehîdan" nîqaşeke berfirehtir vedike ku ji vê bûyerê wêdetir diçe, digihêje pirsa nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê û pêvajoya ji nû ve şekildana bîra kollektîf di nav veguherînên siyasî yên heyî de.

Hin vê biryarê wek guhertineke îdarî ya girêdayî jinûve rêzkirina pêşaniyan dibînin û hin jî wek beşeke veguherîna kûr a fikir û siyasetê dibînin. Li gel hesasiyeta sembolên dîrokî li gel civakên cuda yên Sûriyeyê dibe ev mijar hîn jî îhtîmal e ku di serdema pêş de têkilî û nîqaşên din çêke.

(fr)

ANHA