Parêzgarê Hesekê bi nûnerê hikumeta demkî re civiya

Parêgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi nûnerê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ziyad El Ayiş re civiya, li ser bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê nîqaş kirin.

Parêzgarê Hesekê bi nûnerê hikumeta demkî re civiya
5 gulan, 2026   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rûpela facbookê ya Parêzgeha Hesekê, Îro, Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed bi amadebûna kesên pêwendîdar re hevdîtinek dirêj bi nûnerê hikumeta demkî ya Sûriyeyê yê ji bo pêkanîna Peymana 29ˊê Çileyê Ziyad El Ayiş re li dar xist.

Di civînê de dosyaya dîlgirtiyan, Qesra Edlê, vegera koçberan, dozên din ên eleqedar hatin nîqaşkirin.

Di civînê de li ser aktîvkirina Qesra Edlê li gorî mekanîzmayeke taybetî di çend rojên pêş de û xebata li ser berdana zêdetirî 300 dîlgirtiyan di pêşerojeke nêzîk de li hev kirin.

Civîn bi teqezkirina li ser temamkirina bicihanîna gavên proseya entegrasyonê bi dawî bû.

(fr)