Nivîskara ji Misirê: Naskirina YPJ’ê dê peymana civakî ya herêmê ji nû ve biguherîne

Nivîskar û rojnamevana misirî Nesrîn Matûq diyar kir ku naskirina fermî ya Yekîneyên Parastina jin (YPJ) dê destkeftiyên wan ên şer veguherîne mafên siyasî, qanûnî û destûrî û hişyarî da li ser xetereyên dûrxistina wan û bandora wê ya li ser têkoşîna jinan.

Nivîskara ji Misirê: Naskirina YPJ’ê dê peymana civakî ya herêmê ji nû ve biguherîne
6 gulan, 2026   04:05
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Nivîskar û rojnamevana ji Misirê Nesrîn Matûq ji ajansa me re der barê girîngiya naskirina YPJ`ê de axivî. Nesrînê diyar kir ku naskirina fermî ya YPJ`ê girîng ji ber ew ê peymana civakî û siyasî ji nû ve saz bike, ne tenê di çarçoveya Sûriyeyê de, lê di heman demê de li seranserê herêmê.

Nesrînê destnîşan kir ku naskirina siyasî ya fermî ya YPJ`ê tê wateya pejirandina ku jin di biryardana serwer de, bi taybet di mijarên ewlehî û parastinê de, hevkarên bingehîn in û ne tenê hevkarên ku rola wan bi xizmetê an rolên duyemîn ve sînorkirî ye.

Nesrîn Matûq diyar kir ku naskirina fermî dê van yekîneyan ji hêzek demkî li ser erdê veguherîne hebûnek naskirî û sazûmanî di nav avahiya dewletê de, giraniya siyasî bide wan ne tenê li hundur lê di heman demê de li herêmî û cîhanê jî.

Di asta civakî de, Nesrîn destnîşan kir ku naskirina YPJ`ê dê yekdestdariya mêran li ser erkên parastin û ewlehiyê bişikîne û ev dê bibe eger ku têgihaştina civakê ya li ser hêza jinan, hem ji hêla fîzîkî ve û hem jî ji hêla serokatiyê ve, biguhezrîne. Ev, di encamê de, dê bê guman baweriya jinan di hemû waran de zêde bike.

YPJ; GARANTIYEK JI BO PARASTINA MAFÊN JINAN

Der barê garantîkirina parastina jinan ji binpêkirinan an jî têkbirina mafên wan de, Nesrîn Matûq destnîşan kir ku naskirina fermî ya YPJ`ê garantiya herî xurt e li dijî paşveçûna mafên jinan. Ew rê dide ku ew ji modela ceribandinî an serketî veguhere peymaneke nivîskî. Bêyî naskirina fermî, mafên jinan dê bimîne di çarçoveya sozan an jî guhertinên de.

YPJ`Ê DÎMENA KEVNEŞOP A LI SER JINAN ŞIKAND

Nesrînê bal kişand ser rola girîng a YPJ`ê di salên borî de bû sedema xurtkirina beşdariya jinan di jiyana giştî de. Lewma jin li şûna ku qurbanî bin veguherîn rêberên ku bandorê li kar û barên giştî dikin, dîmena kevneşop a li ser jinan hat şikandin û jêhatîbûna jinan di rolên leşkerî û rêberiyê de hat nîşandan, her wiha bû sedema avakirina baweriyê. YPJ her wiha jinan bi hêz kiriye ku beşdarî rêveberiya xweser û meclisên herêmî bibin.

BANDORÊN NENASKIRINA YPJ’Ê

Nesrîn Matûq hişyarî da ku nenaskirina fermî ya YPJ’ê dê bandora neyênî li avahîsaziyê bike ku aliyê leşkerî derbas dibe. Ev yek dê bibe gefek li ser hemû mafên ku şervanên jin li ser erdê bi zehmetî bi dest xistine, dê ev destkeftî vediguherin destkeftiyên demkî yên ku dikarin winda bibin.

Nesrînê diyar kir ku nebûna naskirinê dê bibe sedema berevajîkirina destkeftiyên jinan, ku dikare bibe sedemek ji bo betalkirina hemû destkeftiyên hatine bidestxistin.

NESRÎN MATÛQ KÎ YE?

Ew nivîskar û rojnamevanek ji Misirê ye ku di warê mafên jinan, zarokan û malbatê de çalak e. Ew ji bo çend malper û rojnameyên erebî dinivîse. Wê di sala 2000`an de ji Zanîngeha Eyn Şemsê bawernameya hiqûqê wergirt, ji bilî wergirtina sertîfîkayeke psîkolojiyê ji Fakulteya Perwerdehiya Taybet wekî xaleke destpêkê ji bo pisporbûna di warê zarokan de, dîplomeyeke nexweşiyên reftariyê yên zarokan û dîplomeyek di pisporbûna otîzmê de ji bo zarokan ji Zanîngeha Eyn Şemis wergirt. Ew niha li ser nivîsandina pirtûkekê li ser avakirina nasnameyê û bilindkirina çanda neteweyî, jin û zarokan dixebite.

(k)

ANHA