4 welat roja pêncşemê dikin Cejna Qurbanê

4 welatan 28‘ê Gulanê wek roja yekemîn a Cejna Qurbanê ragihand.

4 welat roja pêncşemê dikin Cejna Qurbanê
26 gulan, 2026   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hindistan, Bangladeş, Bruneî û Afrîkaya Başûr roja Sêşemê 26‘ê Gulanê wek roja yekem a meha Zulhiceyê destnîşan kiriye. Bi vî awayî roja Çarşemê (27 Gulan) wek roja Erefeyê û roja Pêncşemê (28 Gulan) jî wek roja yekem a Cejna Qurbanê hat ragihandin.

Navenda Astronomiyê ya Navneteweyî jî ragihand ku tevî civakên misilman ên li welatên rojavayî, zêdetirî 28 welatên Ereban û îslamî 27‘ê Gulanê wek roja yekemîn a Cejna Qurbanê ragihand. Ji wan welatan ev in: Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat, Urdun, Cezayîr, Iraq, Kuweyt, Fas, Yemen, Filistîn, Qeter, Lubnan, Lîbya, Tunis, Oman, Sûriye, Sûdan, Behrêyn, Endonezya, Pakistan, Malezya, Nîjerya, Tirkiye, Sîngapûr û Albanya, Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.

) bb)