Beşa duyemîn a alîkariyên ji Kerkûkê bo Rojava tê şandin

Heyva Sor a Kurdistanê qonaxa duyemîn a alîkariyan a xelkê Kerkûkê ji bo Rojava hatibû komkirin, ji bo Rojava dişine.

Beşa duyemîn a alîkariyên ji Kerkûkê bo  Rojava tê şandin
2 sibat, 2026   00:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Salona Şahiyan ya Taxa Şorçey ya Kerkûkê bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê alîkariyên ku ji aliyê xelkê Kerkûkê ve ji bo Rojava hatibû komkirin, hate şandin.

Yek ji rêveberên kampanya alîkariyê Hêmin Hesîb axivî û got: “Piştî komkirina alîkariyê niha bi hevkariya Heyva Sor ya Kurdistanê, dest bi şandina alîkariyê ji bo Rojava dikîn.”

Rêveberê Tîma Kampanyayê Elî Ebdulrehman jî axivî û diyar kir ku 35 milyon dînar û 15 barhilgir pêwîstiyên esasî yên jiyanî dişinin û got: “Di qonaxa yekem de 24 barhilgir, 103 milyon dînar ji bo xelkê Rojava me şandiye. Spasiya hemû xelkên alîkarî kirine, dikîn.”

Nûnerê Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê Ferhan Mihemed jî spasiya xelkê Kerkûkê kir û got: “Emê van alîkariyan bigihînin xelkê Rojava ku di bin êriş û zextan de ne.”