‘Heta Rojava bibe xwedî statû em ê li qadan bin’

Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Rojava de, li bajarê Kanada yê Torontoyê çalakiyek hate lidarxistin û çalageran gotin “Heta Rojava statû bigire kolanên Kanadayê yên me ne” da.

‘Heta Rojava bibe xwedî statû em ê li qadan bin’
2 sibat, 2026   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistanî û dostên wan ji bo 1’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Rojava, li bajarê Toronto ê Kanada, li bajarê Oslo yê Norwecê û bajarê Abya Yalayê Kolombiyayê daketin qadan.

TORONTO

 Li Kanadayê meşa ku bi bangewaziya saziyên Kurdistanî yên hate lidarxistin, li ser xeta Yonge-Finch a herî qelebalix a Torontoyê hate kirin. Ciwan û jinên ku bi cil û bergên herêmî derketin qadan, çalakiyê di heman demê de kirin şahiyeke pîrozbahiya Roja Cîhanî ya Rojava.

Di dema meşê de gel gelek caran dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan yek e”, “Kî ne em,Kurd in em”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin jiyan azadî” û  “Free free Kurdistan” hate berzkirin.

Nûnerên saziyên Kurdistanî bi daxuyaniyekî bang li yekîtî û hevgirtinê kirin û ev peyam dan: “Heta Rojava bibe xwedî statû kolanên Kanadayê yên me ne. Tu êrîş li hemberî têkoşîna azadiya gelê me encam nagire.”

OSLO

LI OSLOYÊ KURDISTANÎ Û DOSTÊN WAN JI BO ROJAVA LI QADAN BÛN

Dîsa li paytexta Norwêc Osloyê, bi heman armancê meş û mîtîngek hate lidarxistin.  Girseya ku li ber stasyona trênê ya navendî ya bajêr kom bû, qadê bi alên Kurdistanê xemiland û dirûşmeyên wekî "Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojhilat”, “Jin Jiyan Azadî” û “Gelê Kurd yek e" berzkirin.Di mitînga piştî meşê de gelek axaftin hatin kirin. Çalakî bi dubarekirina peyamên hevgirtinê bi Rojava re û bangên yekîtiyê bi dawî bû.

`KOLOMBIYA LI KÊLEKA GELÊ KURD E`

ABYA YALA

Li bajarê Abya Yala yê Kolombiyayê jî di çarçoveya kampanyaya piştgiriyê ya “Riseup 4 Rojava” û “Women Defend Rojava” de û boneya 1’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Rojava calakiyên cûda hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de pankartên “Bi şoreşa jin û gelan re Abya Yala li kêleka Rojava ye; Kobanê û Rojava li ber xwe didin!”

Dîsa di çalakiyê de ev tişt hatin gotin: “Bi vê çalakiyê em êrîş û planên tunekirina dewleta Tirk, hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û çeteyên HTŞ’ê yên li dijî gelê Kurd û gelên din ên di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dijîn şermezar dikin. Em wek jin û gel dengê xwe bilind dikin; em rola DYA’yê, Yekîtiya Ewropayê û Brîtanyayê di vê qirkirin û dagirkeriyê de jî şermezar dikin.”

Di dawiya çalakiya hunerî de daxuyaniya hevpar bi van gotinan bi dawî bû: “Em bi şoreşa Rojava re û bi gelê Kurd re ne”