‘Bersiva Îranê dê rasterast li dijî hêzên leşkerî yên Îsraîlê be’

Lêkolerê kar û barên Îranê yê ji Misirê Mihemed Ibadî got di civîna Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Îranê de biryar hatiye dayîn ku êrişên Îsraîlê bê bersiv nemînin û rasterast li dijî hêzên leşkerî yên Îsraîlê be.

‘Bersiva Îranê dê rasterast li dijî hêzên leşkerî yên Îsraîlê be’
6 nîsan, 2024   07:18
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊXNÛR

Der barê êrişa Îsraîlê ya li ser konsolosxaneya Îranê ya li Şamê û bersiva Îranê de lêkolerê kar û barên Îranê yê ji Misirê Mihemed Ibadî got: "Îsraîl, demeke dirêj e hebûna Îranê ya li Sûriyeyê dike hedef. Di van êrişan de, rayedarên Pasdarên Îranê yên li Sûriye û Lubnanê dixebitin, balafirên bêmirov, moşek û tevî çek û cebilxaneya wê ya li Sûriyeyê, dike armanc."

Mihemed Ibadî wiha domand: "Piştî operasyona Tofana Eqsayê, Îsraîlê maf da xwe yan jî ev heq ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) girt ji bo ku êrişên xwe yên li dijî hêzên Îranê yên li Sûriyeyê zêdetir bike, ruxmî ku encama van êrişan û asta bersivandina Îranê dizane."

Li gorî Ibadî, DYA keştiyên balafiran li deryayan bi cih dike, çi li Deryaya Sor yan jî Deryaya Spî û got: "Li hember wan tevgeran jî, Îranê gavên mezin paşde avêtin û ji sekna li hember Îsraîlê bi fikar e. Ev peyam gihaşt Îsraîlê û ew vê yekê fêm dike. Ji lew re Îsraîl êriş dike. Îran jî tenê gefan dixwe ku dê van êrişan bê bersiv nehêle û di cih û dema wê ya guncaw de dê bersiv bide. Ji ber wê, Îsraîl armanca xwe ya din diyar kir ku dê rasterast êrişî Îranê bike."

Bi nêrîna Ibadî, hedefgirtina konsolosxaneya Îranê ya li Şamê mîna ku Îsraîlê "şeqamek li Îranê xistiye" û Îran dê vê êrişê bê bersiv nehêle, ji ber wê dê hêzên leşkerî yên Îsraîlê rûbirûyî bersivdayîna Îranê bin.

‘PASDARÊN ÎRANÊ DÊ BERSIVÊ BIDIN’

Ibadî wiha nirxandina xwe domand: "Ji civîna Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ku gelek saetan dirêj kir, diyar dibe ku Pasdarên Îranê dê bersiva êrişa Îsraîlê bidin. Dê rasterast cihên leşkerî yên Îsraîlê bikin hedef."

Ibadî bal kişand ser rewabûna bersivdayîna Îranê û got: "Îran dê hewl bide ku rewabûnê ji NY`yê bigire ku li ser bingeha mafê parastina rewa dikare bersivê bide. Ji ber wê, Îran bi balyozxaneya Swîsreyê re axivî ku DYA`yê agahdar bike ku Îran dê bersivê bide û ev nayê wê wateyê ku dest bi şerekî vekirî bike, lê belê tenê li gorî asta êrişê dê bersivê bide."

Der barê sînorên gurkirina rageşiyê yan jî aloziyê de Ibadî wiha axivî: "Divê em li benda gava duyemîn bimînin, Îran dê di çend rojên bê de bersivê bide. Gelo dê helwesta Îsraîlê çawa be? Gelo dê mîna bersivdayîna kuştina Qasim Suleymanî be ku Îran êriş baregehên Amerîka yên li Iraqê bike û di vir de bisekine? Bi nêrîna min, ev girêdayî asta derbeya Îranê û armanca wê ji helwesta Îsraîlê ya li hember wê derbeyê ye."

(şx)

ANHA