Pêkhateyên kantona Cizîrê berxwedana HPG`ê silav kir

Pêkhateyên kantona Cizîrê, berxwedana HPG û YJA-Starê ya li hember êrişên dagirkirin, qirkirin û xiyanetê silav kir û ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, soza berdewamkirina têkoşînê da.

Pêkhateyên kantona Cizîrê berxwedana HPG`ê silav kir
6 nîsan, 2024   03:30
QAMIŞLO

Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad (YJA-Star) li hember êrişên qirkirin, dagirkirin û xiyanetê li çiyayên Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan didin. 

Pêkhateyên navçeya Çilaxa ev berxwedan silav kir û soz dan ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, dê têkoşînê berdewam bikin.

Şêniyê bi navê Xorşîd Kindî got: "Em vê berxwedana dîrokî û destanî ya HPG û YJA-Starê silav dikin. Ji bo ku gelên bindest biparêzin, li hember tevahî şert û mercan li ber xwe didin."

Kindî wiha domand: "Bi saya fedakariyên gerîla em li vir in. Em piştgiriya berxwedana wan a li hemberî planên dagirkirin û xiyanetê dikin."

Dewleta Tirk a dagirker ji gelek salan ve êriş Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin. Li hember wan êrişan, şervanên tevgera rizgariya Kurdistanê berxwedaneke destanî nîşan didin, çalakiyên bi bandor li dar dixin mîna çalakiya şehîd Ciwan û şehîd Andok a 19`ê Adarê li dijî 2 baregehên dewleta Tirk a dagirker li dar xistiye."

Şêniya bi navê Meyade Remadan jî got: "Bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana gerîla, gelê Kurd û gelên din li ser lingan in. JI ber ku wan, li hemberî planên qirkirin û inkarkirinê, bedenê xwe kirin mertal. Lewma em ê li ser soza xwe bin."

Meyda kiryarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hevkariya wê bi dijminên kurdan re şermezar kir û got; "Em ê heta dawiyê li hemberî siyaset û planên xayîn û dagireran li ber xwe bidin. Ji ber ku em hêza xwe ji gerîla û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digirin.

Şêniyê bi navê Salih Sefo jî wiha axivî: "Di şoreşê de me bi saya berxwedana berdewam a gerîla û Rêber Apo, gelek destkefî bi dest xist. Em hêz û moral ji wan digirin. Dê heta Serokê me azad bibe, rêya wan berdewam bikin."

(şx)

ANHA