Ruxmî êriş û dorpêçê jî amedekariyên cejna Remezanê

Tevî êriş û dorpêçê jî jinên ji Efrînê amedekariya cejna Remezanê dikin û şêraniyan çêdikin.

6 nîsan, 2024   06:50
ŞEHBA

Jinên ji Efrîn û Şehbayê tevî dorpêç û êrişên dewleta Tirk ên rojane jî amedekariya cejna Remezanê dikin û şêraniyan çêdikin, bi taybet ên bi navê kombe tên naskirin.

Koçbera bi navê Zeyneb Mihemed diyar kir li Şehbayê jiyan zehmet e û cejn ne mîna cejna li Efrînê ye û wiha got: “Li gel bihabûnê, em cejnê pêşwazî dikin. Lê ji bo ku em zarokên xwe kêfxweş bikin, kombe û şêranîyan çêdikin. Ji bo me ev ne cejn e, ji ber ku em 6 sal e em ji Efrînê dûr in. Cejnên li Efrînê qet nayên jibîrkirin. Ji ber ku em li dora hev bûn. Me ev cejn bi kêfxweşî derbas dikir."

Zeyneb destnîşan kir ku ji ber bihabûnê û dorpêçê, nikarin miqdarên ku berê çêdikirin çêkin, hema tenê çend kîlo şêranî û kombe çêdikin ji bo ku zarokan kêfxweş bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Zeynebê wiha got: “Em bi hêvî ne ku cejna bê em li Efrînê bin û cejna xwe li wir pîroz bikin. Dema em vegerin Efrînê ew ji bo me cejna herî pîroz e.”

Her wiha jina bi navê Nedîme Heyder jî wiha got: “Li Efrînê me li ser êgir kombe û şêranî çêdikir. Li Şehbayê, di bin konên penaberiyê de em dîsa van şêraniyan çêdikin ji bo ku zarokên me şad bibin. Em li vir li ber xwe didin û tê dikoşin ji bo ku em vegerin cih û warê xwe."

Nedîme wiha anî ziman: “Her wiha em nikarin ji urf û adetên xwe dûr bikevin. Ez hêvî dikim ku em cejna xwe li mal û warên xwe pîroz bikin.

ANHA