Berbirsekî nêzîkî Hemasê: Hemasê pêşniyara agirbestê ya Witkoff pejirand

Hemasê pêşniyara Amerîkayê ya agirbesta li Xezayê pejirand. Li gorî vê pêşniyarê 10 dîlgirtiyên Îsraîlî tên berdan, agirbestek ji bo 70 rojî tê ragihandin, Îsraîl bi awayekî beşî ji Xezayê vedikişe, li kêlek wê jî bi sedan dîlgirtiyên Filistînê tên berdan.

Berbirsekî nêzîkî Hemasê: Hemasê pêşniyara agirbestê ya Witkoff pejirand
26 gulan, 2025   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî Filistînî yê nêzîkî Hemasê, ji ajansa Reuters’ê re got Hemasê pêşniyara agirbestekê li Xezayê ya ji nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff ve hatiye kirin, qebûl kir.

Berpirs diyar kir ku li gorî vê pêşniyarê 10 dîlgirtiyên Îsraîlî tên berdan, agirbestek ji bo 70 rojî tê ragihandin, Îsraîl beşekej hêzên xwe ji Xezayê dikişîne û bi sedan dîlgirtiyên Filistînî (ku di nav de cezayên muebedê lê hatine birîn hene), tên berdan.

Berpirs destnîşan kir ku ji bo agirbesteke demdirêj wê danûstandinên nerasterast dest pê bikin.

Rojnameya The Jerusalem Post a Îsraîlê ku agahiyên xwe spartibû rayedarekî Îsraîlê, daxuyandibû ku Til Avîv pêşniyara Hemasê ya girêbesteke beşî ku 5 dîlgirtiyan berdin, red kiribû.

Berpirsê Îsraîlî ji rojnameyê re diyar kiribû ku pêşniyar dûrî xetên stûr in ku ew ji bo danûstandinên li ser wê amade ne, ye.

Li gorî rojnameyê, tevgera Hemasê pêşniyarek ji Amerîkayê re bi rêya kenalên xwe yên taybet şandibû û dûre Amerîkayê jî ji Îsraîlê re pêşkêş kiribû. Lê nehat bibîrxistin ku Amerîkayê alîgirê vê pêşniyarê ye yan na.

Li gorî vê pêşniyarê, 5 girtiyên sax tên berdan û li hemberî wê artêşa Îsraîlê vedigere cihê xwe yê berê yê di dema agirbesta Adarê de li hev kirine, rê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî li tevahî Xezayê bê dayîn, dan û standinên li ser dîlgirtiyên din ên sax û kuştî dewam bikin.

Rojnameyê diyar kir ku rêveberiya Trump kenala peywendiya bi Hemasê re, bi rêya karsaz û nivîskarê Filistînî-Amerîkayî Bişara Behbeh vekiriye. Bişara Behbeh serokê Rêxistina "Amerîkayn Ereb ji bo Aştiyê" ye.

Behbeh ji bo vê pêşniyarê peywendî danîn, dan û standin ji bo berdana dîlgirtî Aidan Alexander kir.

Girêdayî heman mijarê, li gorî rojnamevanan destnîşan kiriye, serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ew dixwaze şerê li Xezayê di zûtirin dem de bi dawî bike.

(mh/fr)