Şandeyek wêjevanên Sûriyeyî gihîşt Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şandeyek wêjevanên Sûriyeyê pêşwazî kir. Di hevdîtinê de nîqaş li ser rewşa çandê û rola Rêveberiya Xweder di pêşxistina pirrengiya çandî de, hatin kirin.

Şandeyek wêjevanên Sûriyeyî gihîşt Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
26 gulan, 2025   19:51
REQA

Îro şandeyek wêjevanên Sûriyeyî serdana Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şandeyê bi hevserokatiya desteyê re rêbazên pêşxistina çalakiya çandî û wêjeyî ya li herêmê nîqaş kir. Li kêlek wê jî şandeyê serdana Mûzexaneya Belgekirina Binpêkirinên DAIŞ’ê ya li kantona Reqayê kir.

Di nava şandeyê de kesayetên wêjevan ên ji tevahî herêmên Sûriyeyê hebûn û ji aliyê hevseroketiya Desteya Çandê Murhef Fehid û Serfiraz Şerîf ve hat pêşwazîkirin.

Herdu aliyan li ser rewşa çandê ya li herêmê û rola Rêveberiya Xweser di pêşxistina pirrengiya çandî de, nîqaş kirin.

(mh/fr)

ANHA