Rêveberiya Xweser têkildarî Sûriyeyiyên li kampa Holê mekanîzmeyek bi desthilata Şamê re danî

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi desthilata Şamê re mekanîzmeyeke hevbeş danî, ku niştecihên Sûriyeyî yên li kampa Holê vegerînin herêmên wan.

Rêveberiya Xweser têkildarî  Sûriyeyiyên li kampa Holê mekanîzmeyek bi desthilata Şamê re danî
26 gulan, 2025   18:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed diyar kir ku li kampa Holê şandeyeke desthilata Şamê, şandeyeke Koalîsyona Navneteweyî û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hev civiyan.

Ehmed diyar kir ku di civînê de lihevkirin li ser mekanîzmayeke hevbeş a birêxistinkirina pêvajoya derxistina malbatên Sûriyeyî û vegerandina wan li herêmên wan pêk hat, ku zehmetî û barê li ser kampê sivik bibe.

Ehmed got kî bixwaze vegere herêman xwe wê Rêveberiya Xweser piştgiriyê bide û anî ziman ku dosyaya mirovî di planên pêşîn de ye û dûrî mijarên siyasî girîngiyek mezin didin vê mijarê.

Ev gav di çarçoveya hewldanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê, her wiha başkirina rewşa mirovî ya malbatên Sûriyeyê yên li kampa Holê pêk tê. Ji ber ku ev kamp ji xetertirîn kampên cîhanê ye, ku di hin beşên wê de malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene.

(mh/fr)

ANHA