Belavkirina mazota çandiniyê li Reqayê didome

Ofîsa Çandiniyê ya Daîreya Sotemeniyê li Reqayê belavkirina beşa yekem a mazota çandiniyê ji bo cotkaran didomîne.

Belavkirina mazota çandiniyê li Reqayê didome
22 tîrmeh, 2025   16:09
REQA

Ofîsa Çandiniyê ya Daîreya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê ji 16`ê Hezîranê ve beşa yekem a mazota çandiniyê li cotkaran belav dike. Li gorî biryara Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser, mazot bi buhayê 1350 lîreyan tê belavkirin.

Di çarçoveya piştgiriya demsala çandina pembû ya 2025`nan de, desteyê ji bo her donimek erdê ku pembû lê hatiye çandin û bi ava bîran tê avdan 20 lître mazot, ji bo yê ku bi ava kanalên sererd tê avdan 12 lître mazot terxan kiriye, her wiha ku her donimeke erdê ku sebze lê hatiye çandin jî 10 lître mazot terxan kiriye.

20 lître mazot ji bo her donimê erdê ku bi pembû bi rêya bîrên artezyan tê avdan, 12 lître ji bo her donimê ku bi rêya torên avdanê an bîran tê avdan û 10 lître ji bo her donimê ku bi sebzeyên havînê tê çandin, hatiye veqetandin.

Rêveberê Ofîsa Çandiniyê ya Rêveberiya Sotemeniyê ya Reqayê Mehmûd El Mihbaş diyar kir ku belavkirina beşa yekem a mazotê di 19`ê Hezîranê de dest pê kiriye û hîn jî dewam dike. El Mihbaş da zanîn ku beşa duyem dê di demeke nêzîk de piştî temamkirina beşa yekem were belavkirin.