Meclisa Gelan a Demokratîk qanûna veberanînê erê kir

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rûniştina xwe ya asayî de qanûna veberanînê ya ku ji 24 madeyan pêk tê erê kir. Di rûniştinê de hevserokên nû yên meclisên aborî, çandinî û perwerde û fêrkirinê sond xwar û cîgira hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk hat diyarkirin.

22 tîrmeh, 2025   17:45
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûniştina xwe ya asayî ya 114'emîn li hola civînan a kantona Reqayê li dar xist. Di rûniştinê de endamên meclisê, hevserokatiya meclisê û cîgirên wê û hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd beşdar bûn.

Di serî de kesên ku ji bo erkdarbûna di saziyên Rêveberiya Xweser de hatine hilbijartin, hatin pênasekirin û piştre wan sond xwar.

Ew jî ev bûn: hevserokatiya Meclisa Rûspî û Baweriyan Welîde Şêxmûs û Îsa Şemûn, hevserokatiya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Mihemed û Mihemed Sebrî, hevserokatiya Meclisa Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hûriye Ebdullah û Mihemed Şahîn û cîgira hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rohilat Arif Muslim.

Piştre rewşa siyasî ji aliyê cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer ve hat şîrovekirin. Koçer diyar kir ku rola hikumetê di civandina hemû pêkhateyên civakê de tune ye, her wiha provakasyona bi armanca jihevxistina hevgirtina nîştîmanî û êrişa li dijî Siwêdayê ya bi navê "eşîrên ereb" şermezar kirin.

Di dawiya rûniştinl de qanûna veberanînê ji aliyê dîwanê ve hat xwendin. Li gorî vê qanûnê, qanûna veberanînê ya sala 2023'yan hat betalkirin û tê de mafên veberhêneran hatin diyarkirin ku cudahî nekev navbera wan.

Her madeyek bi tena xwe hat nîqaşkirin û rastkirin û di dawiyê de hat erêkirin, ji qanûnê madeyek hat betalkirin.

(mh)

ANHA