‘Baweriya me ya bi hêzên me yên leşkerî hevgirtina me xurttir dike’

Şêniyên gundên Minbicê yên rojane êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê lê dibin, destnîşan kir ku ew bi hêzên xwe yên leşkerî re ne û got "Çi qas êriş bikin jî em dev ji axa xwe bernadin.”

‘Baweriya me ya bi hêzên me yên leşkerî hevgirtina me xurttir dike’
3 tebax 2024   06:05
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca ku şêniyan koçber bike, gundên kantona Minbicê topbaran dike. Şênî û Meclisa Leşkerî ya Minbicê li hember van êrişan li ber xwe didin.

Şêniya bi navê Munîfe El Hemîd a ji bajarokê El Farat got: “Em dev ji axa xwe bernadin. Dewleta Tirk û çeteyên wê malên me wêran kirin û zeviyên me şewitandin, tirs xistin dilê zarokên me.”

Munîfeyê wiha domand: "Li hember van êrişan jî em ê piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin. Divê sûriyeyî tev de li hember êrişan bibin yek."

Şêniyê bi navê Tamir Mistefa yê ji gundê Dendeniye got: "Tirkiye ewl dide me koçber bike. Ji bo wê bi çekên giran û balafiran êriş herêmên me dike. Lê çi dibe bila bibe em ê vê biparêzin.”

Mistefa destnîşan kir ku xelkê herêmê bi hêzên xwe yên leşkerî bawer in û amade ye bi wan re li ber xwe bidin.

Şêniya bi navê Emel Hecî yê ji gundê Eseliye jî teqezî bi hevgirtina şêniyan li rex Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir û got: "Em nahêlin dagirker û çeteyên wê, vê axa pîroz dagir bikin."

(şx)

ANHA