Bavê 60 salî û 3 kurên wî cihê xwe di seferberiya giştî de digirin

Merwan Reşîd û 3 kurên wî tev li xebatên parastinê bûne, girîngiyê didin yekitiya neteweyî û parastina Rojava û heyanî niha cihê xwe di xebatên parastinê de digirin. 

Bavê 60 salî û 3 kurên wî cihê xwe di seferberiya giştî de digirin
Bavê 60 salî û 3 kurên wî cihê xwe di seferberiya giştî de digirin
Bavê 60 salî û 3 kurên wî cihê xwe di seferberiya giştî de digirin
Bavê 60 salî û 3 kurên wî cihê xwe di seferberiya giştî de digirin
Bavê 60 salî û 3 kurên wî cihê xwe di seferberiya giştî de digirin
Bavê 60 salî û 3 kurên wî cihê xwe di seferberiya giştî de digirin
Bavê 60 salî û 3 kurên wî cihê xwe di seferberiya giştî de digirin
Bavê 60 salî û 3 kurên wî cihê xwe di seferberiya giştî de digirin
6 adar, 2026   03:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Piştî êrîşên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Kurd li herêma Cizîrê û Kobanê dest bi parastina gund û bajarên xwe kirin. Merwan Reşîd ê ji gundê Girkê Xelo yê girêyî gundewarê Çilaxa yê herêma Cizîrê jî cihê xwe di seferberiyê de girt û rê nedan ku li gund û bajarên wan şerê navxweyî çêbibe yan jî kesek ziyanê bide wan.

Merwan Reşîd ê 60 salî cotkar e û bavê 10 zarokan e (5 keç û 5 kur). Piştî Şoreşa Rojava (19 Tîrmeh 2012) 3 kurên wî tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibin. Sala 2014`an piştî êriş li ser herêma Rojava dijwar dibin ew bi xwe jî beşdarî Hêzên Parastina Cewherî (HPC) dibe. Merwan Reşîd niha li bajarokê Abirê yê gundewarê bajarê Çilaxa rêveberiyê Hêzên Parastina Cewherî ye.

Di seferberiya 18`ê Çile heyanî îro de Merwan Reşîd berpirsyartiya parastina gund û bajarên xwe digire.

Merwan Reşîd anî ziman ku di destpêka Şoreşa Rojava de êrîş li ser hebûna gelê Kurd hene û got: "Ez ji bo hebûna gelê Kurd tev li xebatên parastinê bûm. Min koçberî hilnebijart û ez tev li têkoşîn û şoreşê bûm. Parastina Rojava parastina hebûna gelê Kurd e û divê yekitiya neteweyî were pêşxistin.`

Merwan Reşîd di dawiyê de got: "Divê mafên gelê Kurd di destûrê Sûriyeyê de werin misogerkirin. Partiyên siyasî yên Kurd jî kongreyê neteweyî li dar bixin." 

ANHA