Başûrê Beyrûtê hat bombebarankirin

Artêşa Îsraîlê 4 caran taxên başûrê Beyrûtê bombebaran kirin.

 Başûrê Beyrûtê hat bombebarankirin
15 mijdar, 2024   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa National News a Lubnanê (NNA) ragihand ku artêşa Îsraîlê 4 caran herêma Xebrî û Berance yên başûrê Beyrûtê bombebaran kirin.

Ajansê diyar kir ku berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraei vê sibehê fermana valakirina her tu taxan dabû û gotibû: "Ji bo silametiya zarokên malbatên we, divê hûn van avahiyan û yên derdorê bi lez vala bikin û bi ne kêmanî 500 metreyî dûrî wan bikevin."

Li gorî ajansê, bajarokê Xeyam ê navçeya Merceyûn ê başûrê Lubnanê jî hatin topbarankirin.

(bb)