Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Malbat û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
15 mijdar, 2024   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo ku karibin Rêber Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Emîne Konar xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.

Dadgeriyê di 16'ê Cotmeha 2024'an de ji parêzeran re ragihand ku 'cezayê dîsîplînê' ji bo 3 mehan li Rêber Abdullah Ocalan hatiye birîn. Li ser sedema 'ceza' agahî nehate dayîn. Parêzer wê li ber biryarê rabin.

Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de ya bi biraziyê xwe re kir, ragihand ku tecrîd dewam dike.