Rojevên rojnameyên erebî COP 29, qirkirinên li Sûdan û Filistînê ne

Rojnameyên erebî diyar kir ku beşdarên COP29 heya niha der barê mekanîzmeya finansekirina hewldanên têkoşîna li dijî guhertinên avhewayî de negihiştine lihevkirinekê. Rojnameyan dane zanîn ku DYAˈyê dosyayeke diyalogan pêşkêşî Nebîh Birî kir û bi bîr xist ku qirkirinên Filistînî û Sûdaniyan de tên paşguhkirin.

Rojevên rojnameyên erebî COP 29, qirkirinên li Sûdan û Filistînê ne
15 mijdar, 2024   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da konferansa COP29, dosyaya Lubnanê û şerên li Filistîn û Sûdanê.

‘PIRSGIRÊKA FÎNANSEKIRINÊ BANDORÊ LI COP29 DIKE’

Rojnameya El Ereb cih da Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) ku 11ˈê Mijdarê li Bakû ya paytexta Azerbeycanê dest pê kiribû.

Rojnameyê diyar kir “Li gorî pêşnûmeya ku di roja sêyemîn a konferansê de hatibû weşandin diyar dibe ku beşdarên konferansê heya niha li ser mekanîzmaya fînansekirina hewldanên têkoşîna li dijî guherîna avhewayê li hev nekirine.”

Hate bibîrxistin ku yek ji bendên pêşnûmeyê ew e ku welatên dewlemend salane bi kêmanî hezar û 300 milyar dolar alîkariyê bidin welatên xizan.

Rojnameyê destnîşan kir ku beşdaran roja pêncşemê hişyarî da ku divê ji niha ve pere ji bo welatên herî xizan werin komkirin da ku li hemberî guhertîna avhewayê bikevin tevgerê. Rojnameyê ku cih daye nirxandinên pisporan, got welatên xizan heta deh salan salane hewcedarî herî kêm bi trilyonek dolar heye da ku derbasî çavkaniyên enerjiyê yên jîngehparêz bibin.”

Hate gotin, li pişt perdeyê muzakere li ser pêşnûmeyên peymana lûtkeyê çêdibin, lê heya niha belgeyên destpêkê yên ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatine weşandin, nêrînên cuda nîşan didin û hîna tu lihevkirin çênebûne.

‘AMERÎKA PÊŞNÛMEYA AGIRBESTÊ RADESTÎ BERÎ KIR’

Rojnameya Şerq El Ewsat diyar kir ku balyoza Amerîkayê Lisa Johnson pêşnûmeyeke der barê agirbesta li Lubnanê de radestî serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî kir. Lê tu hûrgiliyên zêdetir nehatin parvekirin.

Hate diyarkirin ku çavkaniyan got “Berî geşbîn e ku eger rewşeke awarte dernekeve, agirbest dê di nava çend rojan an hefteyekê de pêk were.”

Li gorî rojnameyê cîgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Pêvajoyên Aştiyê Jean-Pierre Lacroix, "veguhestina artêşê li başûrê Lubnanê ji bo çareseriyeke mayînde ya ku bibe sedema rawestandina şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de" bi gaveke girîng nirxand.

PIRSÊN QIRKIRINA FILISTÎN Û SÛDANÊ’

Rojnameya El Quds El Erebî cih da raporên NY’yê û rêxistinên hiqûqî yên ku Îsraîlê bi pêkanîna qirkirina komî û sûcen şer û sûcên dermirovî tawanbar dikin.

Rojnameyê bi bîr xist di rojekê de 2 rapor hatine weşandin û wiha hat domandin: "Yek jî Neteweyên Yekbûyî bû ku di rapora xwe de gotiye pêkanînên Îsraîlê digihêjin asta sûcên qirkirina komî û sûcên şer. Rêxistina Human Rights Watch jî di rapora xwe de fermanên Îsraîlê yên valakirina herêman, wek sûceke şer, jicihûwarkirina bi zorê û qirkirina etnîk bi nav kir."

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Di heman roja derketina her du raporên têkildarî Filistînê de, Konseya Ewlehiyê ya NYˈyê civînek ji bo Sûdanê li dar xist. Di civînê de hate gotin Hêzên Piştevaniya Lezgîn pêkanînên herî xirab, kuştina bi komî û êrişên ketober ên li dijî sivîlan pêk tînin."

Li gorî rojnameyê, hêzên rojavayî yên di şerê li Filistînê xwedî bandor in, di heman demê de rolekê di domdandina şerê çekdarî yê li Sûdanê de dilîzin. Hate gotin: "Hevkariya hêzên rojavayî di qirkirina filistîniyan de, nîşana paşketina sîstema hiqûqî ya cîhanî ye jî ku dibe sedema hilweşandina wê.”

(bb)