Barzanî piştgirî da peymana QSD’ê û Şamê

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî têkildarî peymana di navbera hikûmeta demkî ya Sûriye û QSD’ê de got: “Pîrozbahiyê li her du aliyan dikin. Hêvîdar in ev peyman berdewam û serkeftî be.”

Barzanî piştgirî da peymana QSD’ê û Şamê
30 ÇILE, 2026   21:09
NAVENDA NÛÇEYANA

Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî têkildarî peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de peyamek da.

Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe de got: “Em pêşwaziya peymana di navbera hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û QSD’ê dikin û pîrozbahiyê li her du aliyan dikin. Hêvîdarin ev peyman berdewam û serkeftî

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bal kişand ser girîngiya diyalogê û got: “Em her tim di wê baweriyê de ne ku diyalog û aştî rêya raste ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan.”

Herî dawî Barzanî hêviyên xwe ji bo paşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê anî ziman û got: “Hêvîdarin êdî dawî li êş û azarên gelê Kurd li Sûriyeyê bê û hemû alî bi aştî, azadî û aramî li Sûriyeyê şad bibin.”