ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-01-2026
31 ÇILE, 2026   02:00

Şêniyên Dirbêsiyê tev li seferberiyê bûne û got “Hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrişî hebûna me dike, em teslîm nabin û em ê li ber xwe bidin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Nexweşxaneya Gel a Qamişloyê agahî da ku beşa şûştina gurçikan ji ber dorpêçkirina Rojavayê Kurdistanê dibe ku bisekine û ev yek jiyana bi dehan nexweşan dixe xetereyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Hesekê diyar kir ku ew naxwazin di navbera gelê Kurd û Ereb de şer derkeve û ev bang kir "Divê em xwe ji provokasyonan biparêzin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs got: “Li gel pêvajoya li Tirkiyeyê projeya qirkirina Kurdan di dewrê de ye. Berxwedana gelê Kurd ev proje rawestand. Divê demildest konferansek netewî bê lidarxistin, beriya tevahî destkeftiyên Kurdan bên tesfiyekirin. Divê çalakiyên li Kurdistan û diyasporayê bidomin”.  BI WÊNE Û DÎMEN