DAIŞ`iyê amadekariya êrişa 'terorî' dikir hat girtin

QSD′ê diyar kir ku bi operasyoneke ewlehiyê li Til Hemîsê DAIŞ′yê amadekariya êrişa ′terorî′ dikir, girt.

DAIŞ`iyê amadekariya êrişa 'terorî' dikir hat girtin
22 cotmeh, 2023   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir ku DAIŞ′yê amadekariya êrişa ′terorî′ dikir hate girtin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Komên operasyînên leşkerî yên girêdayî hêzên me duh bi operasyoneke ewlehiyê li bajarokê Til Hemîsê endamê terorîst ê rêxistinê girt. Yekîneyên me cihê terorîst dorpêç kir û ew girt. Li gorî agahiyên li gel hêzên me, wî terorî amadekariya pêkanîna êrişeke terorane dikir. Hêzên me li gel wî mîqdareke teqemenî, çek û cebilxane girtin.

Ew terorîst li bajarokê Til Hemîs û gundewarên wê çalak bû, beşdarî gelek êrişên terorane yên li dijî hêzên me, saziyên sivîl û xizmetguzariyê bû.

Ji bo parastina ewlehî, îstîqrara herêmên me û ewlehiya xelkê me ew bi ser endamên rêxistinên terorê de bigirin û kaniyên wan ziwa bikin."

(fr)