Baranê kort zêde kirin, ajokar li benda çareseriyê ne

Kend û kortên li kolan û rêyên sereke yên bajarê Qamişlo ku bi baranên dijwar re zêdetir bûn, şênî û ajorak tengav kirine. Ajokar li benda çareseriyê, şaredarî jî li benda başbûna rewşa hewa ye.

Baranê kort zêde kirin, ajokar li benda çareseriyê ne
Baranê kort zêde kirin, ajokar li benda çareseriyê ne
Baranê kort zêde kirin, ajokar li benda çareseriyê ne
Baranê kort zêde kirin, ajokar li benda çareseriyê ne
Baranê kort zêde kirin, ajokar li benda çareseriyê ne
Baranê kort zêde kirin, ajokar li benda çareseriyê ne
Baranê kort zêde kirin, ajokar li benda çareseriyê ne
3 nîsan, 2026   04:55
QAMIŞL
SÎMA BIROKÊ

Li Qamişlo, rêyên xirabe û kend û kortên di rêyan de çêdibin yek ji pirsgirêkên sereke yên bajêr e. 

Şaredarî di demsalên havînê de li gorî derfetên xwe rêyên xirabe sererast dike. Xebatên ziftkirin û sererastkirina rêyên sereke û yên nava kolanan tên meşandin. Lê gorî rayedarên şaredariyê derfet kêm in, li ser herêmê dorpêç heye, lewma nikarin madeyên esasî bînin û tenê bi madeyên heyî kar tê meşandin.

Ji ber ku madeyên çêkirina rêyan û ziftkirinê temam nîn in, piştî demekê di rêyên hatine çêkirin de, kend û kort çêdibin. Di demsalên zivistanê de jî dema baran dibarin ev kend û kort zêde dibin.

Îsal (2026) li herêmê barane zêde bariya. Vê yekê rûyê cotkaran geş kir, lê rê xirab kirin. Ji ber baranê di gelek rêyên sereke yên bajar û kolanên nava taxan kort zêde bûne, lewma di çûn û hatinê de gelek zehmetî çêdibin.

Welatî û ajokarên seyareyan li taxên xwe yan jî rêyê ku pir zêde bikar tînin bi keviran kortan dagirin, lê giliyên xwe jî tînin ziman û dixwazin pirsgirêk were çareserkirin.

Serdar Mihemed yek ji van ajokaran e. Serdar li taxa Cudî ya Qamişlo dimîne û xwediyê seyareya veguhestinê ne. Serdar dibêje, ji ber kortan seyareyên wan xirab dibin, parçeyên wan dikişên.

Serdar diyar kir ku wan li gel xelkê taxê çend caran kend û kort li axê û keviran dagirtine, lê piştî çend rojan dîsa xirab dibin.

Serdar Mihemed da zanîn ku di vê rewşa hewayê de şaredarî nikare rêyan zift bike, lê daxwaz kir ku şaredariya çareseriyeke demkî peyda bike.

ŞAREDARÎ WÊ ÇI BIKE?

Endamê Nivîsgeha Beşa Pîşeyî ya Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo Hesen Hisên, derbarê mijarê de agahî dan û destnîşan kir ku madeyên çêkirina rêyan ku berê ji rafîneriyên petrolê (parzûnkirin, safîkirin) yên Hums û Banyasê dihatin, ji sala 2011’an ve hatine qutkirin, lewma şaredarî niha tenê madeyên xwecihî rêyan çêdiken, lê ew made jî baş nîn in. Di encamê de rêyên ku tên çêkirin jî piştî demeke kurt dîsa xirab dibin. 

Hesen Hisên bal kişand, sedemek pirsgirêkê jî, nêzîkahiya xelkê bajar e û got: “Beriya ku em dest bi zifitkirina rêyan dikin, em xelkê agahdar dikin ku xetên xwe yên av û kanalîzasyonê çêbikin da ku piştre rêyan xirab nekin. Em vê agahdariyê çend meh beriya destpêkirinê dikin, lê dîsa jî piştî rê tên çêkirin, şênî ji bo xetên av û kanalîzasyonê rêyan dikolin, bi vî awayî zifit xerab dibe û kortik çêdibin.”

Hesen Hisên, da zanîn ku madeyên ji bo sererastkirina rêyan hatine peydakirin û dema rewşa hewayê baş bû, dê dest çêkirinê bikin. Hesen got: “Heta em dest bi xebatên xwe yên pînekirina rêyan a sala 2026`an bikin, em ê bi awayekî lezgîn kortikan bi madeyekê, kevirên şiketî û yên mezin dagirin.”

(a)

ANHA