Nêzî 40 dewletî daxwaza vekirina tavilê ya Tengava Hurmuzê kir

Nêzî 40 dewletî daxwaza tavilê û bêyî şertan a jinûve vekirina Tengava Hurmuzê kir.

Nêzî 40 dewletî daxwaza vekirina tavilê ya Tengava Hurmuzê kir
2 nîsan, 2026   21:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper, îro, ragihand ku nêzî 40 dewlet bi rêya dîmen beşdarî civîna têkildarî krîza Tengava Hurmuzê bûne û daxwaza "tavilê û bêyî şertan" a jinûve vekirina wê kir.

Yvette Cooper piştî nîqaşan daxuyand ku "Îran hewl dide aboriya cîhanê wekî rehîneyekê di Tengava Hurmuz de bihêle. Divê bi ser nekeve. Ji lew re hevalbendan îro daxwaza tavilê û bêyî şertan a jinûve vekirina Tengavê û rêzgirtina pransîbên bingehîn a azadiya deryayî û qanûna wê kir."

(fr)