YPJ dikeve sala xwe ya 14’an: Têkoşîna jinan dikeve merheleyeke nû

Yekîneyên Parastina Jin ku di 4’ê Nîsana 2013’an de hat avakirin, niha dikeve sala xwe ya 14’an. Bi destpêka pêvajoya entegrasyonê re, têkoşîna ji bo parastina mafên jinan û beşdariya wan di avakirina siberoja Sûriyeyê de, dikeve merheleyeke nû.

YPJ dikeve sala xwe ya 14’an: Têkoşîna jinan dikeve merheleyeke nû
3 nîsan, 2026   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
YARA MIHEMED

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di pêvajoya Şoreşa Rojava de hat avakirin, niha dikeve sala xwe ya 14’an. YPJ bi têkoşîna xwe ya li herêmê, ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê li cîhanê jî deng vedaye û bûye sembola berxwedana jinan.

ŞOREŞA ROJAVA Û AVABÛNA YEKÎNEYÊN PARASTINÊ

Piştî ku şoreşa Rojava dest pê kir, gelek jin tev li hêzên YXK`ê bûn. Sala 2013`an jinên ku cihê xwe di nava YXK`ê de digirt êdî xwe bi rêxistin kir û tabûrên jinan li Cizîrê, Firat û Efrînê bi rêxistin kirin. 13`ê Sibatê Tabûra Şehîd Rûken li Efrînê hat avakirin ku 9`ê Adarê 2013`an Tabûra Şehîd Edalet, 24`ê Adarê 2013`an li Kobanê Tabûra Şehîd Dîcle, Tabûra Şehîd Zozan li Dêrikê û Tabûra Şehîd Berçem li Dirbêsiyê hatin avakirin.

2’yê Nîsanê 2013’an li bajarê Dêrikê konferansa yekemîn hate lidarxistin. 4’ê Nîsanê ji raya gişti re hate ragihandin. Konferansa yekemîn bi armanca birêxistinkirina jinan biryareke stratejîk bû. Di vê konferansê de stratêjiya yekîneyên jinan xwe li ser xeta rizgariya jinan a ji bo civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan çawa were birêxistinkirin, hate şênberkirin.

ARMANCÊN YPJ'Ê

YPJ li ser bingeha paradîgmaya civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan tê dikoşe û azadiya civakê bi azadkirina jinan ve girê dide. Di êrişên li ser jinan û civakê bi giştî de mafên parastina rewa esas digire û li dijî pergala dewleta baviksalar ku 5 hezar sal e nirxên civakî desteser dike, têkoşînê dike.

YPJ her wiha armanc dike ku Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî û piralî ava bike. Di heman demê de ji bo jiholêrakirina pergala baviksalar a otorîter û zayendperest, olperest, neteweperest û sekuler têkoşînê dike. Her wiha armanc dike hişmendiya kevneperest biguherîne, rola jinan di hemû qadên jiyanê de bi pêş bixe û rêgezên xweparastinê di nava jinan de belav bike.

YPJ’ê akademiyên bîrdozî û leşkerî ava kirin û şervanên xwe di aliyên akademîk, teknîk, taktîk û hwd de perwerde kirin, ji ber ku YPJ ne tenê bi xebatên leşkerî re sînordar e. Akademîya Şehîd Şîlan li Efrînê, Akademiya Şehîd Dîlan û Akademiya Şehîd Jiyan li Hesekê hatin avakirin.

PÊNGAVÊN KU YPJ TEV LÊ BÛ

YPJ’ê cara yekemîn di sala 2013’an de li Serêkaniyê li hember DAIŞ’ê şer kir. Di sala 2014’an de berê xwe da  Til hemis û Til Temirê û di sala 2015’an de dema DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir, şervanên YPJ’ê pêşengiya vî şerê kir û berxwedana dîrokî bi destê şervanên YPJ’ê hate nivîsandin.

YPJ ji destpêka avakirinê tev li hemû pêngavên li dijî DAIŞ`ê bû. Sala 2014`an tev li pêngava rizgarkirina Şengalê bû. Di heman salê de dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî Kobanê kir, bi sedan şervan û fermandarên YPJ`ê li eniya şer li ber xwe da û şehîd bûn.

Salên 2015-2016`an beşdarî pêngava rizgarkirina Til Hemîs, Til Birak, Sirîn, Hol, Şedadê, Minbic û bendava Tişrînê bûn.

YPJ sala 2017`an jî tev li pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Tebqa û Reqayê bû û 2019`an di pêngava Bagera Cizîrê ya qedandina DAIŞ'ê ya li Baxozê bû.

Di operasyonên paqijkirina herêmê de YPJ`ê li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev lê dibû. Di operasyonan de YPJ`ê gelek jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

YPJ`Ê BERÊ XWE DA ŞENGALÊ

Dema ku çeteyên DAIŞ`ê 3’yê Tebaxa 2014`an êrişî Şengalê kir, şervanên YPJ`ê ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe da Şengalê û tev li şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bû. Her wiha li qada dîplomasiyê YPJ`ê li ser asta navneteweyî hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de bal kişand ser avakirina YPJ`ê û rola wê ya di şer de. Her wiha ji bo doza neteweyî têkoşîna siyasî kir.

PÊŞENGÊN YPJ`Ê

Roja 28-29`ê Gulanê salvegera şehadeta yekemîn şehîdên YPJ`ê Bêrîvan Nûjiyan (Bêrîvan Qelender) û Meryem Mihemed (Silava) ne. Her du şervan li gundê Basilê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê di şerê li hemberî çeteyên Cebhet El Nusrayê de şehîd bûn.

Şehîd Roksan Efrîn, Jînda Til Temir, Rêvan Rojava, Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û bi sedan şervan û fermandarên YPJ`ê cihê xwe di nava şerê azadiyê de girt û bedelên mezin dan.

6`ê Çileya îsal (2026) komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi erêkirina hêzên navneteweyî, di serî de dewleta Tirk, ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bigire, êrişên berfireh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin. Di êrişan de keziyên şervaneke YPJ'ê birîn û gelek ji wan dîl girtin, çarenûsa hin şervanan heya niha nayê zanîn.

Li gel guhertin û veguhertinên li Sûriyeyê rû didin, nîqaşên li ser siberoja hêzên leşkerî, arîşeyên ewlehî û siyasî yên li pêşberî YPJ'ê nîşan didin. Mijara entegrekirina YPJ'ê di nava sazûmaniya nû ya artêşê de hîna cihê nîqaşê ye.

YPJ'ê di gelek boneyan de diyar kir ku dê têkoşîna parastina mafên jinan û destkeftiyên şoreşê bidomîne. Di heman demê de destnîşan kir ku ew amade ye beşdarî her hewldanên siyasî bibe ku beşdariya wê di siberoja Sûriyeyê de mîsoger bike.

SOZDARIYA YPJ’Ê PIŞTÎ 10 SALAN

YPJ’ê 13 salên ku her kêliya wê bi qehremanî û werekî, li pey xwe hişt. Ji bo dîroka jinên têkoşer bû werçerxeke ku wê dîrok tu car nekare wê înkar bike, ji lew re YPJ’ê bi ked û têkoşîna xwe di hemû qadên jiyanê de hebûna xwe şênber kir û diyar dike ku dê di pêvajoya bê de jî têkoşîna xwe bidomîne.

ANHA