‘Bankên Sûriyeyê wê hefteyekê werin girtin’

Çavkaniyên aborî yên Sûriyeyî diyar kir ku bankên giştî û taybet hefteyekê ji bo "temamkirina proseya pevguherîna pereya Sûriyeyê" werin girtin.

‘Bankên Sûriyeyê wê hefteyekê werin girtin’
17 kanûn, 2025   23:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporeke malpera "Sewt El Asîme" ya Sûriyeyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên aborî, wê tevahî bankên giştî û taybet di navbera 27ˊê Kanûnê û 2ˊyê Çileyê de werin girtin.

Li gorî çavkaniyan, wê ji bo proseya guherîna pereyên Sûriyeyê bank werin girtin, û tê payîn pereya nû ji 4ˊê Çileya 2026ˊan ve bikevin sûkan.

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berê bi şîrketa Goznak a Rûsî ya çapkirina pereyan re lihevkiribû, ku di salvegera yekemîn a hilweşîna rejîma Baasê de pereyan derxe. Ev şîrket jî di bin cezayên rojavayî û Amerîkayê de ye.

Çavkaniyên agahdar diyar kir ku hikumeta veguhêz wê pereyên nû derxe û 2 sifreyan ji pereyên xwe rake.

(ac/fr)

ANHA