ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-12-2025
18 kanûn, 2025   02:00

Rewşenbîrên bajarê Helebê ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, girîngî bi xwedîderketina li berpirsyariya dewleta Tirk da û destnîşan kir ku divê destûr li gorî misogerkirina mafên Kurdan were rastkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweser xebatên ji bo vegera bi dilxwazî ya koçberên di kampan de, bi hevkariya NY'ê didomîne. Şêxmûs Ehmed got "Aliyên navneteweyî xwedî lê dernakevin û durûtî heye. Ev jî li pêşiya vegera koçberên Efrîn û Serêkaniyê dibe asteng. Divê zext li aliyên berpirs were kirin û vegera ewle were misogerkirin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Tebqayê diyar kir ku rejîma Baasê û hin dewletên herêmî têgehên şaş di nava pêkhateyên Sûriyeyê de çand in, da ku civakê ji hev bixin. Lê ji bo rûniştandina aştî û jiyana hevbeş a wekî ezmûna Rêveberiya Xweser, divê pêkhate çanda hevdu nas bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Ekîbên şaredariyê li tevhiya bajar gilêş-gemarê kom dikin, lê li cihên ku baldariya welatiyan heye, dîmenên paqijiyê, li cihên baldarî tune ye jî, yên qirêjiyê tên dîtin. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîskar û rojnamevana Meys Kirêdî diyar kir ku zêdebûna destwerdana dewleta Tirk di kar û barên Sûriyeyê de pêşî li lihevkirinên hundirîn digire. Her wiha got dewleta Tirk dixwaze taybetmendiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD'ê têk bibe, ji ber wê ew helwesteke dijber li hemberî peymanê nîşan dide. BI WÊNE Û DÎMEN

Di ser qetilkirina hevalên me yên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan re salek derbas bû. Wan rojan neyarên mirovahiyê dixwestin hemû destkeftiyên gelan tune bikin, lê Cîhan û Nazim bi dîmenên ku di bin barana bombeyan de kişandibûn, çerx guherand, weke wateya navên li cîhanê deng vedan. BI WÊNE

Şêniyên Til Temirê însiyatîfeke civakî ya parastinê da destpêkirin. Şênî bi şev nobetê digirin û taxên bajêr diparêzin. BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi sernavê "Têgeha entegrekirina demokratîk" komxebatek diyalogê li navenda xwe ya Kobanê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan 99 şehîdên di mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de, di salên cuda de şehîd bûne li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê bi bîr tîne, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Tirbespiyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ilwan El Nasir li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a gundê Dugir defin dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Ermenî kongreya xwe ya yekemîn bi diruşma "Bîranîna jeosîda Ermenî, soza edalet û vejînê" li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek taybet bi jinan li bajarê Hesekê li dar dixe, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê ji bo gerîlayê HPGˊê Dilsoz Kobanê merasîmek xiyabî li taxa Şehîd Fîras a Kobanê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Tenduristiyê ya kantona Dêrazorê civîna xwe ya salane li hola Meclisa Rêveber a herêma Meamil a kantonê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê şehîdên mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê li hola Eştar a Reqayê bi bîr tîne, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Weşanxaneya Şilêr û Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê şahiya îmzekirina romana bi navê "Dengvedana Êşan" a nivîskar Merwan Berekat li Şilêr Cafê-Pirtûkxane ya bajarê Qamişloyê li dar dixe, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN