Banka Navneteweyî û NY'ê zirarê ku gihîştiye binesaziya Xezayê eşkere kir

Di raporekê de hat diyarkirin ku ji ber şerê li Xezayê nêzî 26 mîlyon ton kavil û enqaza çêbûye. Ji bo rakirina wê jî gelek sal divên.

Banka Navneteweyî û NY'ê zirarê ku gihîştiye binesaziya Xezayê eşkere kir
5 nîsan, 2024   19:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Banka Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe de destnîşan kir ku di şerê vê dawiyê yê li Xezayê bi qasî 18.5 mîlyar dolar zirar gihîştiye binesaziya Xezayê û 26 mîlyon ton kavil û enqaz çêbûye. Di raporê de hate diyarkirin ku ji bo rakirina van kavilan xebateke bi salan pêwîst e.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ew hejmar ji sedî 97 a hilberîna xwecihî ya Xezayê di sala 2022'yan de ye.

Hat diyarkirin ku di encamê de bandor li saktora aboriyê bi taybetî saktora avahiyên niştecihbûnê ku lêçûna wê ji sedî 70 ji lêçûna giştî ye, kiriye.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji sedî 92 ji rêyên giştî xirab bûne û zirareke mezin gihîşt binesaziya şîrketên peywendiyê, ji ber wê jî pêvajoya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên sereke gelekî dijwar bû.

Di raporê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku zêdetirî mîlyon kes li Xezayê bê mal mane û ji sedî 75 ji şêniyên wê hatine koçberkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku zirareke mezin di aliyê derûnî û bedenî de gihîşt jin, zarok û temenmezinan û hate gotin, tê pêşbînkirin ku zarokên biçûk herî zêde dê di jiyana xwe de zehemtiyan bikişînin nexasim ku ji sedî 10 ji zarokan naçin dibistanan.

(mh)