2 firoşkarên madeyên hişbir hatin binçavkirin

Hêzên Têkoşîna li dijî madeyên hişbirê 2 firoşkarên madeyên hişbir binçav kirin û bi hezaran hebên hişbir desteser kirin.

2 firoşkarên madeyên hişbir hatin binçavkirin
5 nîsan, 2024   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 firoşkarên madeyên hişbir hatin binçavkirin û meqdareke mezin a hebên hişbir hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir roja 31’ê Adarê 2024’an 2 firoşkarên madeyên hişbir dema xwestin madeyên hişbirê derbasî bajarê Hesekê bikin, bin çav kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin firoşkarekî li otobîseke rêwiyan bû û yê din di erebeyekê de, dema hatin kontrolkirin 573 hezar hebên hişbir li gel wan hatin dîtin. Hate diyarkirin ku hebên hişbir hatin desteserkirin û herdu firoşkar hatin binçavkirin.

(bb)