Dê Şandeyeke Filistînê serdana Washingtonê bike

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken vexwendin ji bo serokwezîrê nû yê Filistînê Mihemed Mustefa û sekreterê Komîteya Rêveber a rêxistina El Tehrîr a Filistînê Hesen El Şêx ji bo nîqaşkirina dosyayên siyasî, şand.

Dê Şandeyeke Filistînê serdana Washingtonê bike
5 nîsan, 2024   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsan Filîstînê ji tora Şerq re dan zanîn ku berî çend rojan Blinken bi rêya telefonê bi serokê Filistînê Mehmûd Ebas re axivî û Mustefa û El Şêx vexwendin da ku piştî cejna Remezanê serdana Washingtonê bikin.

Her wiha diyar kirin ku şande dê bi berpirsên Amerîkayê re dosyayên siyasî nîqaş bikin wek îtîrafkirina bi dewleta Filistînê, dosyayên sererastkirinê yên ku hikumeta nû ya Filistînê soz dabû ku pêk bîne, kirîza aborî ya hikumeta Filistînê û berdewamkirina piştgiriya Amerîkayê ku ji dema serokê berê Donald Trump de hatiye rawestandin.

Berpirsên Filîstînê destnîşan kirin ku Blinken ji Ebas re diyar kiribû ku ew ê ji bo guhertina qanûnê aborî û zextkirina li hikumeta Îsraîlê ji bo rawestandina standina pereyan ji 2019'an ve bixebite.

Lê di navbera tevgerên Hemas û Fetihê careke din nakokî derketin, di encamê de der barê xebata hikumeta nû ya Filistînê li Xezayê de guman hene.

Hikumeta nû ya bi seroketiya Mihemed Mustefa destnîşan kir ku armancên wan ên sereke ji nû ve avakirina Xezayê û pêşkêşkirina alîkariyê ji bo şêniyên wê ne.

(mh)