Bangên tevlêbûna meşa li dijî komploya 9’ê Cotmehê

Di salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de wê meşeke girseyî li bajarê Qamişloyê were lidarxistin. Ji bo tevlêbûna meşê bang hatin kirin.

Bangên tevlêbûna meşa li dijî komploya 9’ê Cotmehê
7 cotmeh, 2024   05:10
QAMIŞLO

 9’ê Cotmehê an ku di salvgera 26’an Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de wê meşeke navendî li bajarê Qamişloyê were lidarxistin. Tevî şêniyên bajarê Qamişloyê wê şêniyên bajarên Dêrik, Til Koçer, Çilaxa, Til Hemîs, Tirbespiyê û Amûdê beşdarî meşê bibin.

Însiyatîfa Gel a Bajarê Çilaxa bang li tevahî şêniyan kir ku beşdarî meşê bibin. Endama însiyatîfê û hevseroka Meclisa Bajarê Çilaxa Zozan Mihemed diyar kir ku ji bo tevlêbûna meşê wan civîn bi komînên bajar û gundan re li dar xistine.

Têkildarî amadekariyan jî Zozan wiha got: "Niha em pankart û wêneyên Rêbertî çap dikin ku di meşê de werin hildan."

Zozan Mihemed anî ziman ku ji bo dawî li pergala îşkence û qirkirinê ku li dijî Rêbertî û gelan were divê her kes tev li çalakiyan bibin.

Welatiyê bi navê Hanî Mihemed ê ji pêkhateyê Ereb li ser girîngiya tevlêbûna meşê got: "Tevlêbûna me ya xurt a meşê wê girêdana me bi Rêbertî re bide xuyakirin. Em peyamê didin tevahî hêzên komploger ku em li ser xeta serokê xwe ne. Tu kes nikare me ji serokê me dûr bixe."

Jina bi navê Henan Şemo jî ev peyam da "Em ê beşdarî meşê bibin. Em ê bidin xuyakirin ku her çiqasî komplo dijwar be  em jin ji xeta Rêbertî gavan şûnde neavêjin. Me bi felsefe û ramanên wî yên azad ronahî dîtiye. Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî, mînake herî şênber a girêdana me bi felsefeya Rêbertî ve ye."

JI MECLISA TIRBESPIYÊ JÎ BANG

Hevserokê Meclisa Bajarê Tirbespiyê Mizgîn Lezgîn jî anî ziman ku hêzên komploger bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan armanc kir ku gelê Kurd tune bikin, lê armanca wan pêk nehat.

Mizgîn Lezgîn diyar kir ku ew bi çalakiyan armanc dikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

Mizgîn Lezgîn bang li şêniyên bajar û gundewarê Tirbespiyê kir ku beşdarî meşa şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah bibin ku dê 9’ê Cotmehê li bajarê Qamişloyê were lidarxistin. Mizgîn Lezgîn di dawiya axaftina xwe de got: "Divê  em bidin xuyakirin ku em heya mirinê li dû Rêberê xwe ne."

(bb)

ANHA

Çil axa

Tirbespiyê