Li Şehbayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî

Beşdarên meşa li kantona Efrîn û Şehbayê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga bilindkirina asta têkoşînê kir.

6 cotmeh, 2024   22:58
ŞEHBA

Însiyatîfa Gel a kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de girseya koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê beşdar bûn.

Meşê ji 2 aliyan ve dest pê kir, ya yekemîn ji gundê Meratê û ya duyemîn ji bajarokê Ehdas dest pê kir û li parka 4'ê Nîsanê gihîşt hev.

Li wir endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kantona Efrîn û Şehba Ferhan Kobanê axivî û got: "Ji bo têkbirina îradeya gelê Kurd hemû xayîn bûn yek."

Endama PYDʹê Hêvîn Reşîd jî axivî û got: "26 sal e di ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo re derbas dibe. Rejîmên kapîtalîst bi vê komployê xwestin Rêbertî ji gel bi dûr bixin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Gulê Mihemed jî got: "Di dîroka serdemê de tu kesayetek mîna Rêbertî nehatiye. Rêbertî ji rêberên destpêkê ku banga azadiya gelên blindest kiriye."

Axêveran banga bilindkirina têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

(mh)