Li Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel çanda xwendinê tê pêşxistin
Akademiya Lêkolînên Jineolojî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera yekemîn a şehadeta wê de de Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vekir .Li Mala Xwendinên ya Şehîd Nagîhan Akarsel çandina xwendinê tê pêşxistin û çalakiyên din tên lidarxistin
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha sala 2022’yan de li Silêmaniyê hat qetilkirin. Akademiya Lêkolînên Jineolojî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera yekemîn a şehadeta wê de de Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vekir.
Ji hezkriyên xwendinê Îsraa Hemo ya 17 sal bi aramnca pêşxistina çanda xwendinê, naskirina dîrokî, nasname û mijarên zanistî berî dide Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel.
Îsraa hefteyekê 3 caran serdana Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel dike, bi kelecan li pirtûkên ku meraqa wê têr dikin û bersiva pirsên wê dide, digire.
Îsraa Hemo diyar kir ku Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel dikare ruh û hişê mirovan bi zanist û zanînê têr bike û wiha domand: “Li Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel pirtûkên bi mijarên cûrbcûr hene ku dikarin bersiva pirsên di serî mirovan de bide. Di heman demê de dîrok, çand û nasnameya mirovan vebêjin."
Îsraa, Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel wekî navenda lêgerînê li zanîn û têgihiştinê pênase kir û got: "Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel derfetê li pêşiya mirov vedike ku aliyên nû yên çand û nasnameya xwe keşif bike."
ARMANC!
Mala Xwendina Şehîd Nagîhan Akarsal hewl dide ku çanda kesayetî di nav xwendekaran û hezkiriyên xwendinê de geş bike, ji ber ku zanist wekî rêya rasteqîn a naskirina sirên jiyanê dibîne, hişê ciwanan bi fikr û zanistê têr dike. Di heman demê de behreya xwendin û nivîsandinê û lêgerîna civakî dewlemend dike.
Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel ji saet 08.30’an heya 21.30’an ji 7 heta 70 salî li pêşiya her kesî re vekiriye.
ÇALAKİYÊN DİN
Li Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel pirtûkên wêjeyî, zanistî, felsefî, dîrokî, îdeolojî, çandî, aborî, çîrok û rojman ên bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hene.
Rêvebera Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel Bêrîvan Ebdo diyar kir ku mala xwendinê hewayeke aram û guncaw ji bo xwendinê ye ku dewlemendiyeke rewşenbîrî û têgihiştinê ava dike.
Têkildarî çalakiyên din jî Bêrîvan got "Em ziyaretkaran fêrî lîstika satrancê dikin. Em belgefîlman nîşan dide. Her wiha xelkên nîqaşkirina mijarên pirtûkan li dar dixe.
Bêrîvan da zanîn ku kesên bi temenî jî serdana mala xwendinê dikin û diyar kir ku armanca mala xwendinê pêşxistina çanda xwendinê di nava xelkên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ye.
(bb)
ANHA