Bang li hikûmeta Iraqê kirin ku dawî li ‘darvekirinên veşartî’ bîne

Rêxistinên mafê mirovan û çalakvanan bang li hikûmeta Iraqê kirin ku demildest ‘darvekirinên veşartî’ û ‘êşkencekirina girtiyên li ber darvekirinê’ bi dawî bîne.

Bang li hikûmeta Iraqê kirin ku dawî li ‘darvekirinên veşartî’ bîne
13 kanûn, 2024   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi daxuyaniyekê 5 rêxistinên mafê mirovan ên Iraqê û 2 rêxistinên mafê mirovan ên navneteweyî têkildarî darvekirinên veşartî û êşkencekirina girtiyên li ber darvekirinê bang li hikûmetê Iraqê kirin.

Di daxuyaniyê de bang lihikûmeta Iraqê hate kirin ku demildest ‘darvekirinên veşartî’ û ‘êşkencekirina girtiyên li ber darvekirinê’ bi dawî bîne.

Her wiha daxwaza lêkolînkirina li ser bidarvekirinên neqanûnî û mirinên bi guman hate kirin, bi taybetî li Girtîgeha Nasiriye.

Beriya niha jî gelek rêxistinên mafê mirovan rewşa xirab a mirovî ya li girtîgehê rexnekiribûn ku bi navê ‘Girtîgeha Hut’ tê naskirin. Li gorî welatiyên Iraqê her kesê ku bikeve vê girtîgehê xilasbûna wî nîne.

Di Mijdarê de, Human Rights Watch desthilatdarên Iraqî bi ‘di sala 2024’an zêdekirina bi lez û berfireh darvekirinên ne qanûnî’  tombetbar kir û bang li wan kir ku demildest hemû girtiyên li ber darvekirinê werin rawestandin. Niha li Iraqê 8 hezar kes li ber darvekirinê ne.

Rêxistinên mafên mirovan di daxuyaniyê de daxwaza pêşkêşkirina lênêrîna tenduristiya girtiyan kirin. Her wiha daxwaza pêkanîna protokoleke nû ji bo serdanên malbatan kirin ku niha ji bo malbatan bûye karekî dijwar.

Hate destnîşan kirin ku girtî li gorî pêwîst xwarinê wernagirin, gelek caran xwarinên dîroka karanînê ser de borî ji bo girtiyan tê dayîn, li gel van ava ku kêrî vexwarinê nayê ji bo wan tê dayîn.

Hêjayî gotinêye ku beriya niha, Rêveberê Tora Dadwerî û Parêzerên Iraqê Şiwan Sabir ragihandibû ku di nava îsal de 30 kes li Iraqê hatine bidarvekirin û 8 hezar girtî jî bi darvekirinê hatine mehkûmkirin. Şiwan Sabir da zanîn ku li Herêma Kurdistanê 472 kes bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin ku 439 zilam û 33 jê jinin. Lê yasa hatiye rawestandin.