Şêniyên kantona Firatê cangoriyên xwe spartin axê

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke girseyî şehîdên Hêzên Sûryeya Domokratîk û Hêzên Erka Xweparastinê, spartin axê.

13 kanûn, 2024   15:39
KOBANÊ

Şehîdên Komandosê, Erka Xweparastinê û şehîdên QSD'ê Diyar (Diyar Bozan), Dirxam Kobanê (Dirxam Mihemed) Delîl Kobanê (Delîl Hebo), Bîbrês (Îsa Derwêş), Mistefa Kobanê (Mistefa Qadir), Ziyad Kobanê (Ziyad Hesen) ên 11 Kanûnê li Qereqozaxê û şehîd Qûsayî (Qoseyî El Kocak) ku di 12 Kanûnê li Şêxlerê, şehîd bûn, li Kobanê hatin veşartin. Her wiha wesîqeya Bahoz Kobanê (Xalid Ebdî) ku di 10 Kanûnê li gundê Zormixarê şehîd bû û doh hatibû veşartin radestî malbata wî hate kirin.

Merasîm li mezara şehîd Dicle ya li bajarê Kobanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Bêrîvan Îsmaîl axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. 

Bêrîvan wiha dewam kir:" Kes nikare vîna gelê me têk bibe, kes nikare fitneyan pêk bîne, em yek in û em ê li hemberî qirkeran rabin, ew dixwazin biratiya gelan û netewa demokratîk têk bibin, lê vaye gelê me rabûye ser piyan, kes nikare hêza gelê ku bi fikrê Rêber Apo li ber xwe dide, tune bike. "

Li  ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê Şêx Ehmed Hemo axivî û diyar kir ku gelên herêmê dê li hember hemû êrişan li ber xwe bide.

Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi durişmên dilsoziya bi şehîdan re hatin oxirkirin.

 (sş/k)

ANHA