Balyozxaneya Filistînê li Qahîreyê: Deriyê Refahê ji Duşemê pê ve vedike

Balyozxaneya Filistînê li Qahîreyê ragihand ku deriyê sînor ê Refahê dê ji roja Duşemê pê ve vebe û diyar kir ku ev gav dê rê bide Filistîniyên ku li Misrê dijîn vegerin Xezayê.

Balyozxaneya Filistînê li Qahîreyê: Deriyê Refahê ji Duşemê pê ve vedike
18 cotmeh, 2025   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozxaneya Filistînê li Qahîreyê îro ragihand ku deriyê sînor ê Refahê di navbera Xezayê û Misrê de dê ji roja Duşemê pê ve vebe.

Balyozxaneyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev gav "Dê rê bide welatiyên Filistînî yên ku li Komara Erebî ya Misrê dijîn vegerin Xezayê."

Ev gav wekî beşek ji peymana agirbestê ya li Şarm El Şêx bi beşdariya navbeynkaran û di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî de, pêk hat.

Balyozxaneya Filistînê li Qahîreyê bang li welatiyên xwe yên ku dixwazin vegerin kir ku daxwaznameyên xwe bi rêya elektronîkî tomar bikin.