Li Reqayê panela "Ciwan ji Zulmê ber bi Azadiyê ve" hat lidarxistin

Li bajarê Reqayê panelek der barê rola ciwanan di avakirina siberoja Sûriyeyê de hat lidarxistin.

18 cotmeh, 2025   19:36
REQA

Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li kantona Reqayê îro penelek bi sernavê "Ciwan ji Zulmê ber bi Azadiyê:  Ber bi Sûriyek Azad, Demokratîk, Pirreng û Nenavendî" li dar xist.

Panel li hola Navenda Çandê ya li Reqayê hate lidarxistin. Hevserokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Ebid Hemîd El Mihbaş, nûnerên Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Desteya Ciwan û Werzîşê tevlî panelê bûn.

Piştî deqyek rêzgirtinê berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ezab El Mistefa xêrhatina beşdaran kir û got, "Armanca vê Panelê ew e ku nêrîna ciwanan li Sûriyeyê bike yek, hişmendiya wan a li ser rola wan di avakirina siberojê de zêde bike û rola wan di warên cûrbecûr de çalak bike."

Ezab El Mistefa wiha dewam kir: "Em wek endamên Meclisa Ciwanan ya Partiya Sûriyeyê ya Pêşeroja, ji me tê xwestin em di vê pêvajoyê de piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokrtîk bikin.

"CIWAN EGERA SEREKE YA PÊŞKEFTINA WELATAN IN"

Hevserokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Ebdid Hemid El Mihbaş jî di panelê de axivî û got, "Dema ku em behsa ciwanan dikin, em behsa beşek girîng ê civakê dikin ku şaristanî û pêşkeftina welêt dikeve ser milên wan. Ewropî kêfxweş bûn dema ku ciwanên ji ber êşa ku li Sûriyeyê koçber bûn û çûn ba wan, û ev beşê civakê li Sûriyeyê kêm bû. "

El Mihbaş her wiha diyar kir ku ciwan di dehsalên borî de hatine paşguh kirin, û dema ku gelê Sûriyeyê rabû ser piyan, ew beşa herî mezin bûn. El Mihbaş destnîşan kir ku beşa herî mezin a qurbaniyên şer nifşên ciwan bûn ku rastî girtin û windakirina bi zorê hatine .

Mihbaş diyar kir ku "ciwan faktoreke bi bandor a pêvajoya veguhêz in."

Piştî axaftinan xebatên penelê li ser çar mijaran dest pêkir.

Mijara yekem a panelê bi sernavê, "Ciwanên Sûriyeyê di Serdema Zulmê de", ji hêla endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ehmed El Esaf ve hate birêvebirin.

Mijara duyem, bi sernavê "Ciwan di Dema Krîza Sûriyeyê de ji 2011 heta 2024an", ji hêla hevseroka Meclîsa Ciwanên Bajarê Îdlibê, Batûl Derwîş ve hate birêvebirin.

Mijara sêyem, bi sernavê "Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê - Ji Şoreşa 19'ê Tîrmehê heta Avakirina Rêveberiya Xweser", ji aliyê hevserokê Desteya Ciwanan û Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bozan Barkal ve hate birêvebirin.

Mijara çarem, bi sernavê "Jin û Mêrên Ciwan di Siberoja Sûriyeyê de", ji hêla hevseroka Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê, Nada Yûsif ve hate birêvebirin.

Di dema panelê de berşdaran der barê mijarên panelê de nêrînên xwe anîn ziman û ji bo xurtkirina rola ciwanan pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Li ser gotûbêjên ku di dema panelê de hatin kirin û pêşniyarên beşdaran, panel encamnameyê bi dawî bû, encamname ji hêla endama dîwana panelê Mizgîn  Elî ve hat xwendin. Di encamnaeyê de ev pêşniyar hebûn.

- Ji bo piştgiriya ciwanan di hundurê Sûriyeyê de, lidarxistina komxebatan ciwanan.

- Lidarxistina civînên rêxistinî ji bo ciwanan.

- Perwerdekirina ciwanên Sûriyeyê li seranserê welêt.

- Lidarxistina semînerên ramyarî ji bo ciwanan.

(k)