Koçberên ji Efrîn û Şehbayê daxwaza vegere ewle kir

Koçberên ji Efrîn û Şehbayê xwestin bi garantiyên navneteweyî vegerin warê xwe û diyar kir ku ew bi nasname û zimanê xwe ve girêdayî ne. Her wiha baweriya xwe bi QSD’ê re, wek garantorê sereke yê pêkanîna vegera wan a ewle, anî ziman.

Koçberên ji Efrîn û Şehbayê daxwaza vegere ewle kir
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê daxwaza vegere ewle kir
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê daxwaza vegere ewle kir
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê daxwaza vegere ewle kir
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê daxwaza vegere ewle kir
19 cotmeh, 2025   03:40
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

Şêniyên ji kantona Efrîn-Şehbayê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wan koç kiriye, xwest dagirker ji herêma wan bên derxistin û ew jî ewle vegerin cih û warê xwe.

Koçbera bi navê Ehlam Mamo xwest bi silametî vegere Efrînê û got: "Em dixwazin bi silametî vegerin Efrînê. Em zimanê xwe, nasnameya xwe û malên xwe dixwazin. Ji ber bombebaran û topbaranê em bi saya QSD’ê derketin. Em dixwazin bi parastina QSD’ê jî vegerin cih û warê xwe."

Ehlamê xwest vegera wan bi garantî be û wiha dom da axaftina xwe "Divê vegera me bi awayekî ewle bê kirin da ku binpêkirin an jî revandin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dairker ve neyên kirin. Divê ew çete ji herêmê bên derxistin da ku ewlehî û aştî mîsoger bibin."

Ehlam Mamo diyar kir ku ew bi QSD’ê bawer in û ev li gotinên xwe zêde kir "Ez bi gotinên fermandar Mazlûm Ebdî bawer im. Bi saya QSD’ê em li vir in û em ê rojekê vegerin warê xwe."

Gulê Ebdî jî hestên xwe yên bêrîkirina bajarê xwe anî ziman û ev tişt anî ser ziman: "Em garantiyên rasteqîn ên vegera li Efrînê dixwazin. Me bêriya bajarê xwe û darên zeytûnan kiriye. Em dixwazin vegerin Efrînê dîrok û koka me ye. Em bi hêzên xwe û fermandarê xwe bawer in."

Koçberê bi navê Ehmed Reşo jî got, divê veger bi çavdêriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn be da ku ewlehiya şêniyan were parastin û wiha dom da axaftina xwe: "Heya ku çete dernkevin, em venagerin. Divê nasnameya me ya kurdî û zimanê me yê dayikê werin naskirin. Divê em di bin sîwana hêzên xwe de ewle bijîn."

Reşo di dawiya axaftina xwe de xwest ku vegera wan a ewle ya li Efrînê bi garantiyên rasteqîn û ewle bi lez pêk were.

(bb)

ANHA