Balyozxaneya Amerîka ya li Iraqê hemwelatiyên xwe hişyar kir

Balyozxaneya Amerîka ya li Iraqê bi daxuyaniyekê, li beramberî rewşa ewlehiyê ya li herêmê, hemwelatiyên xwe yên li Rojhilata Navîn hişyar kir û daxwaz ji wan kir ku ji her demê zêdetir baldar bin.

Balyozxaneya Amerîka ya li Iraqê hemwelatiyên xwe hişyar kir
19 cotmeh, 2026   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozxaneya Amerîka ya li Iraqê derbarê rewşa li herêmê de daxuyaniyek belav kir û hemwelatiyên xwe yên li herêmê hişyar kir.

Li gorî vê hişyariya ewlehiyê ya balyozxaneyê, daxwaz ji hemwelatiyên Amerîkayê hatiye kirin ku çavdêriya rewşa balafirxaneyan bikin. Herwiha hat destnîşankirin ku divê beriya destpêkirina her geştekê, ji rewşa rasteqîn a geşta xwe piştrast bibin û plansaziyên alternatîf ên ji bo rewşên awarte li ber çavan bigirin.

Balyozxaneyê di daxuyaniyê de hişyarî da ku îhtimal heye Îran û komên nêzîkî wê, berjewendî, sazî û şirketên Amerîkayê yên li derveyî welat bikin hedef.

Herwiha di daxuyaniyê de behsa êrişên Hûsiyan ên li ser Erebistana Siûdî û saziyên wê, hate kirin û hate gotin ku rîska geşbûna bilez a pevçûnan û belavbûna wan a ji bo derveyî qada şer hîn zêdetir heye.

Di dawiya daxuyaniyê de, Balyozxaneya Amerîkayê daxwaz ji geştyaran kir ku ji bo xwe parastina ji her guhertineke ji nişkê ve ya di dema geştan de, bi berdewamî serdana malperên fermî yên balafirxaneyên Bexda, Hewlêr, Besra û Silêmaniyê bikin.