Qanûna 41’an a têkildarî xwedîtiya milkên li deverên sînorî ket rojeva parlamentoya Sûriyeyê

Parlamentoya Sûriyeyê betalkirina Qanûna 41’an a sala 2004’an gotûbêj dike ku li gorî vê qanûnê qeydkirin, firotin û veguhastina xwedîtiya milkên li deverên sînor qedexe ye.

Qanûna 41’an a têkildarî xwedîtiya milkên li deverên sînorî ket rojeva parlamentoya Sûriyeyê
19 cotmeh, 2026   14:17
NAVENA NÛÇEYAN

Duh di rûniştina yekem a asayî de parlamentoya Sûriyeyê li ser Qanûna Hejmar 41 a 2004’an nîqaş kir ku li gorî vê qanûnê qeydkirin, firotin û veguhastina xwedîtiya milkên li deverên sînorî, qedexe ye.

Qanûna qedexekirina qeydkirin, firotin û veguhastina xwedîtiya milkên li deverên sînorî, ziyanên mezin li şêniyên deverên sînorî kir, bi taybet li herêmên Hesekê, Kobanê û Efrînê.

22 endamên parlamentoya Sûriyeyê ji bo betalkirina vê qanûnê pêşnûmeyek pêşkêşî parlamentoyê kiribû.

 (k)

ANHA