Balyozaneya Amerîka ya li Bexdayê hate hedefgirtin

Vê sibehê bi moşekan êrişî balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê hate kirin.

Balyozaneya Amerîka ya li Bexdayê hate hedefgirtin
8 kanûn, 2023   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên li Iraq û Suriyeyê li ser baregehên Amerîkayê bê navber dewam dikin. Li gorî medya Iraqê vê sibehê bi rêya moşekan êrişî balyozxaneya Amerîka ya li Herêma Kesk a Bexdayê hatiye kirin.

Heman çavkaniyê ragihand ku li derdora balyozxaneyê dengê teqînan hatiye bihîstin.

Medya Iraqê ragihand ku moşek li derdora balyozaneyê ketine, heya niha jî ti aliyek berpirsyartiya êrişê negirtiye ser xwe.