Komara Tirk dike bimire lê serkêşê wê hîna jî dihîre - Rauf KARAKOÇAN
Salvegera sedemîn a damezirandina Komara Tirk bi merasîmên hijmetkar hat pîrozkirin. Anitkabîr (gora Ataturk) hate ziyaretkirin, al hatin hildan û axaftinên hemasî kirin. Ji ber ku piraniya welatiyan ketine derdê debara xwe, nekarîn bi sedsaliya Komarê (Komara Tirk) kêfxweş bibin. Ji bilî hin aliyên ji Komarê ne razî ne, piraniya kesan xwe xweşbîn kir û nexwest rûyê reş ê Komarê bibînin. Ji ber ku muhasebeya sedsaliya wê nekirin, dê Komarê tevî nexweşiyên wê bidin jiyandin.
Di wê serdemê de ku desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ya heyî desthilatdar bû, rêgezên bingehîn ên Komarê bi yên bêrêgez hatin guhertin û saziyên wê bi temamî hatin jinavbirin. Ew Komara dinepixandin êdî ji bo piraniya mirovan veguherîbû girtîgeheke servekirî û jiyana tê de jî veguheriye îşkenceyê. Komarê bi civakeke ku hewl dide serederiyê li birçîtiyê bike û desthilateke ku bi birçîtiyê terbiye dike, sedsaliya xwe kuta kir.
Ji bo Komarê, Kurd her tim ‘ên din’ bûn. Ji bo Kurdan jî komar; qirkirin, komkujî, qirkirina çandî, asîmîlasyon, bi kurtasî înkar û îmha ye. Komarê navên “sergerde”, “şakî”, “terorîst” û “xayîn” li Kurdan kirin. Kurd tu carî wek gelê resen, welatiyên wekhev ên Tirkiyeyê nehatin qebûlkirin, lê her tim wek xayîn hatin îlankirin. Îro li dijî Kurdan şerekî navlênekirî tê meşandin. Kurd bi tunekirineke topyekûn re rû bi rû ne. Li gel êrişên qirkirinê yên leşkerî û siyasî, li hemû qadan komkujiyek dewam dike û bi xwe re talana aborî û gendeliya civakî, guhertina avaniya demografîk, wêrankirina xwezaya Kurdistanê jî tîne.
Komarê bi qetlîamên Kurdan ji xwe re hîmê avabûnê danî. Di dema yek partiyê de jî xwe baş sazûman nekir. Her çend derbasbûna serdema pir-partîtiyê zehmet bû jî, lê dîsa jî tişta hêvî dikir, nedît. Perspektîfa siyasî her tim seqet ma. Di navbera Rojhilat û Rojava de tengijî. Ne xwe mîna wek rojhilatî nîşan da, ne jî wek rojavayî hîs kir. Heke em dev ji gotinên demagojîk ên bi navê ‘xwecih û neteweyî’ berdin, aboriya wî welatî li ser talan û rantê ava bûye û ketiye ber xizmeta sermayeya derve.
Ji bo Komarê digotin “heta hetayê dê sax bimîne” lê êdî bê oksîjen dimîne û ketiye ber sekeratê. Li wî welatî lordên narkotîkê ji xwe re bê pirsgirêk dijîn, mafya bi rengekî vekirî hikumraniyê dike û gendelî, bêhiqûqî û bêedaletî lê serwer e. Hemû kes û saziyên li dijî desthilatê, xwe li ber dadgehan dibînin û berê wan didin girtîgehan.
Bi taybetî jî pênaseya 'dewleta laîk, sosyal, hiqûqî' êdî wisa lê hatiye, heta neyê naskirin. Laîktiyê cihê xwe daye olperestî, şovenîzm û neteweperestiyê. Hîyerarşî, despotîzma dîktatoriya yekzilamî, li şûna têgîna sosyal bi cih kirin. Qala hiqûqî hema qet nayê kirin. Desthilat ji her alî ve bû xwedî karaktereke faşîzan.
Komar di dusedsaliyê xwe de ji bermahiyên Osmaniyan têr nabe û dixwaze Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dagir bike. Wekî di sedsala yekê de, di sedsala duyemîn de jî Kurd dîsa armanca Komarê ne. Komar bi Kurdan re di nava pevçûneke fiîlî de ye û tê de tu taybetmendiyên komarê nemane. Hemû çavkanî, potansiyel, enerjiya welêt ji bo tunekirina Kurdan xerc kirin. Ev qonaxa gihaştinê, tunebûneke yekcarî ye.
Erdoganê dîktator hewl dide bi tena serê xwe komara li ber mirinê bi rê ve bibe û çep û rast êriş dike da ku qala xwe bide kirin. Xwe wek serekê gel pênase dike, li gorî xwe hewl dide derdora xwe, herêm û cîhanê, tevî ku hedê wî nîn e jî; bi keys bike. Çi qas rêxistinên cîhadperest ên dijminên mirovahiyê hene, lê dibe xwedî. Li ku derê pevçûneke hebe, mudaxil dibe. Hemleya wî ya dawîn jî rewşa trajedîk a Xezayê ye. Helwesta Erdogan ji bo Xezayê, ji rewşa bazirganekî îflaskirî xirabtir e.
Aktorê sereke vî halê Xezayê, Erdoganê dîktator e ku serokê komarê, lîderê alema îslamê, patron û nûnerê fermî yê rêxistinên çete ye. Jixwe Erdogan bi salan e ji Hamasê re malovaniyê dike, derfet û firsendan jê re peyda dike, li her derê destekê didê û niha jî hewl dide jê re bibe garantor. Nêzîkatiya wî ya li pirsgirêka Filistînê, ne ji bo berjewendiyên gelê Filistînê ye, lê xizmetê ji stratejiya netewedewleta Tirk re dike. Divê hemû gelên Ereb, bi taybetî jî gelê Filistînê vê rastiyê bibîne. Ji bo daxistina maska Erdogan û rûyê wî yê rast bê dîtin, divê bi berpirsyarî mirov nêzî şerê Xezayê û têkiliyên Erdogan-Hamasê bibe. Divê paşxaneya dîrokî ya têkiliyên Osmanî-Ereban li ber çavan bigirin. Ji ber ku Erdogan roleke ku dixwaze têkiliyên mêtingerî û dagirkeriyê yên berê bidomîne, hilgirtiye ser mile xwe.
Tevgera PKK'ê di sala 1982’yan de di şerê Îsraîl-Lubnanê de zêdetirî deh milîtanên xwe şehîd dan û bi dayîna berdêlan bi gelê Filistînê re bû xwedî sekneke mînak a dostaniyê di navbera gelan de afirand. Em di serdemeke wisa re derbas dibin ku ji bo aştiyeke ma
yînde ya pirsgirêkên herêmî pêwîstî bi bêhtir fikir û perspektîfa çareseriyê ya serok Apo heye. Nêzîkatiya çareseriyê ku hem ji bo herêmên nakok ên cîhanê û hem jî ji bo Komara Tirkiyeyê ya li ber mirinê pêwîst e, di wê zîhniyetê de ye ku serok Apo temsîla wê dike.