Li Qeterê ji ber ketina helîkopterekê 6 mirin

Qeterê encamên operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê yên piştî ketina helîkoptereke Qeterê de ragihand, û eşkere kir ku  ji 7 kesên di helîkopterê de bûn 6 mirin.

Li Qeterê ji ber ketina helîkopterekê 6 mirin
22 adar, 2026   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a Qeterê îro encamên operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo kesên ku piştî ketina helîkopterê di nav avên herêmî yên welêt de winda bûne eşkere kir.

Wezaretê di daxuyaniyekê de got: "Di encama hewldanên lêgerînê de ji7 kesên ku di helîkopterê de bûn cenazeyê 6`an hatin dîtin."

Wezareta Parastinê ya Qeterê bi rêya hesabê xwe yê X`ê ragihand ku helîkopter dema ku erkê xwe yê rûtîn pêk dianî rastî bûyereke teknîkî hatiye, ku bûye sedema ketina wê di nav avên herêmî yên Qeterê de.

(k)