Balafirên şer santrala atomî ya Buşehrê ya Îranê bombebaran kir

Balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê bi giranî êrişî çend deverên stratejîk ên Îranê di nava wan de jî santrala atomî ya Buşehrê kir.

Balafirên şer santrala atomî ya Buşehrê ya Îranê bombebaran kir
28 adar, 2026   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên Amerîka û Îsraîl yên li dijî Îranê di roja 28ˊan de didomin. Li gorî medyaya Îranê, îro balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê saet di 14:15ˊan de êrişek giran li ser navendekî asîmanî, balafirgeh û derdora santrala atomî ya Buşehr pêk anîn.

Hat diyarkirin ku balafirên şer navenda Sîber a Supayê Pasdaran a Îranê ya li devera Kuheyk jî bombebaran kiriye.

Di nava rojê de jî balafirên şer ên Amerîka-Îsraîlê gelek caran li Tehran, Esfehan, Tewrêz û Kirmaşan deverên cûda bombebaran kirin.